​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2019

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2019
29 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê Delîla Ararat, Baran Qamişlo û Cûdî Milîtan re dixwazin. Konê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê vedan, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo piştgiriya koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Çand û Hunerê şahiyekê bi diruşma "Çand û hunerê ji bo berxwedanê û îsrarê" li hola Kerem a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Qanûnsaz li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Jin a MSD‘ê panelek girêdayî geşedanên siyasî li hola civînana a Meclisa Taxa Şêxmeqsûd  a beşê rojhilatê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberan diyar kirin ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" mîna çeteyên DAIŞ‘ê li pêşiya çavên wan malên wan talan kirin piştre teqandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan ( Ebû Erac) got: "Bûyerên li Idlibê rû didin encamên lihevkirinên Astana bi hevkariya Tirkiyê ye. Tirkiye plan dike herêmê ji şêniyên wê vala bike û çeteyan ji bo şer bişîne Lîbyayê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Îdrîs Ehmed got: “Şoreşa Rojava, berdêlên gelek mezin dan. Vê şoreşê  zemînê yekîtiya Kurd ava kir. Em li hemû aliyan dikin ku gel ji qirkirinê biparêz in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif  got hêza jinan di şoreşa Bakur û Rojihilatê Sûriyê de bandor li tevahî cîhanê kir û bû meşaleyek ku hemû azadîxwaz li dorê kom dibin. (BI WÊNE ).

CÎHAN

- Qadên Idlib û Lîbayayê bûne rehîneya lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê. Hinek çavkaniyan diyar kirin ku Erdogan fermana veguhestina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve daye. Ji aliyekî din ve serokê Iraqê Berhem Salih ragihand ew istîfakirinê li ser paşguhkirina daxwazên xwepêşendaran tercîh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî baran û sermaya dijwar rewşa koçberên li kampa Waşokanî zêdetir bûye û rêxistinên navdewletî hîn jî nabin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Minbicê tevî projeyên di pêkanînê de  gelek projeyên xizmetguzariyê yên girîng di 2019`an de bi dawî kirine. Her wiha ji bo sala bê plansaziyek daniye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Bakurê Sûriyê ji ber êrişên dawîn ên artêşa Tirk proseya perwerdê hate rawestandin û di encamê 810 dibistan hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA