Li Şedadê miqdarek ji dermanên demborî hatin girtin

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Şedadê miqdarek ji dermanên demborî girt.

Li Şedadê miqdarek ji dermanên demborî hatin girtin
29 kanûn, 2019   07:05
HESEKÊ

Komîteya Tenduristiyê ya meclisa navçeya Şedadê û Komîteya Zimhêrê ya şaredariyê di gera xwe ya li ser dermanxaneyan de miqdarek ji dermanên demborî girt.

Endamê Komîteya Tenduristiyê Salih Hemûd El-Elî tekez kir ku di gera wan a li ser dermanxaneyan de miqdarek ji dermanên demborî hatin girtin û ji wan derziyên dîkolon, şirûbên zarokan û dermanên serêşê li 7 dermanxaneyên navçeyê de girt.

El-Elî destnîşan kir ku hemû dermanên hatine dîtin, hatin desteserkirin û dê cezayan li kesên berpirsyar ferz bikin da ku bûyerên bi vî awayî dubare nebin.

Komîteya Tenduristiyê dê hemû dermanên demborî îmha bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1qsVVevQ05o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>