Hefter diçe Yewnanistanê

Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbayayê Xelîfe Hefter bi mijara lihevkirina di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Wîfaq de û zêdegaviyên Tirkiyê yên di Lîbyayê de serdana Yewnanistanê dike.

Hefter diçe Yewnanistanê
23 kanûn, 2019   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Alarabiya.net" ya agahiyên spartine çavkaniyekê leşkerî ser bi Artêşa Lîbayayê ve, raghihand ku " Xelîfe Hefter di rojên bê de bi rayedarên Yewnanistanê re hevdîtinana dike û berbijêrin bi sînorkirina zêdegaviyên dewleta Tirk ên di Lîbyayê de gotûbêj dikin, bi taybet piştî gefên Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû dê desteka leşkerî ji bo hikûmeta Fayiz El-Serac re zêde bike."

Hikumeta demkî ya Lîbya û Yewnanistanê bi tundî belgeya mûzakeriyan a di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de red dikin.

Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas roja Yekşemê beriya ku biçe Misrê û piştre Qibrisê, serdana bajarê Binxazî yê Lîbyayê kiribû û bi rayedarên Lîbyayê re di nav de Xelîfe Heftar civiya. Nikos Dundas têkiliyên dualî û lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de hatiye mohrkirin nirxandin.

Li hemberî her du lihevkirinên di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de hatine mohrkirin, hêrsek navneteweyî û herêmî heye. Misr û Yewnanistan hewl didin koalîsyonekê li dijî tevgerên Tirkiyê li herêmê ava bikin.

(şx)

ANHA