Kongreya YNK’ê di roja duyemîn de ye

Kongreya YNK’ê di roja duyemîn de berdewam dike. Tê payîn Encûmena Rêveberiya Giştî û hemû endamên Encûmena Bilind a Siyasî werin diyarkirin û hilbijartin.

Kongreya YNK’ê di roja duyemîn de ye
22 kanûn, 2019   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh 4. Kongreya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Di roja yekem ya kongreyê de bi piraniya dengan Encûmena Bilind a Siyasî hate hilbijartin û Kosret Resûl Elî wek serokê encûmenê hat hilbijartin.

Li gorî çapemeniya ser bi YNK’ê ragihandî, di roja yekem de Dr.Berhem Salih, Dr.Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên rêveberiya YNK’ê hatin hilbijartin. Tê payîn îro karê sereke yê kongreyê hilbijartin û diyarkirina 181 endamên encûmenê bin.

Duh li hola Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyê di saet 11.00'an de bi beşdarbûna hezar delegeyan 4. kongeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) destpê kir. Heta niha nezelale wê çend rojan berdewam bike.

YNK di 1'ê Hezîrana 1975'an de hatiye damezirandin û heta niha 3 kongre lidar xistiye. Kongreya dawî di sala 2010'an de lidar xistin. Ev kongreya 4'emîne tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku tenê medya ser bi YNK'ê dikare kongreyê bişopîne.