‘Mala me talan kirin û piştre dan ber agir’

Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Watanî ya Sûriyê” piştî ku malan wan talan kirin, agir bi malan xistin. Ji aliyekî din ve şênî û saziyên sivîl ên bajarê Qamişlo hewl didin tevahiya pêdiviyên koçberên li bajêr peyda bikin.

‘Mala me talan kirin û piştre dan ber agir’
‘Mala me talan kirin û piştre dan ber agir’
‘Mala me talan kirin û piştre dan ber agir’
‘Mala me talan kirin û piştre dan ber agir’
22 kanûn, 2019   08:06
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-ŞÎNDA EKREM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Watanî ya Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di encamê de zêdetirî 300 hezar şênî neçar man ber bi herêmên ewle ve li herêmên Firat û Cizîrê bibin.

Li gorî serjimariyên meclisên malbatên Qamişlo 960 malbat koçberî bajêr bûne. Şêniyên bajêr jî kedên mezin ji bo peydakirina pêdiviyên koçberên Serêkaniyê didin. Alîkariyan kom dikin, malên xwe ji wan re vedikin heya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kampa Weşûkanî li rojavayî bajarê Hesekê amade dike.

Malbata Zîlan Mihemd Eşref piştî êrişên Tirkiyê û balafirên wê li ser bajêr koçber dibe. Malbat niha li malek li Taxa El-Erbawiye li rojhilatê bajêr dimîne. Şêniyek mala xwe bê pere ji malbatê re pêşkêş kir.

‘PIŞTÎ TALANKIRINÊ MALA ME ŞEWITANDIN’

Zîlan wiha got: "Di saet 4:00`an de berêvara roja 9`ê Cotmehê de balafirên şer ên Tirkiyê bajar topbaran kirin. Ji ber giraniya topbaranê em neçar man ber bi navçeya Zirganê ve koçber bibin. Li wir heya çend rojan em man. Lê agahî ji bajêr hat ku çeteyan mala me talan kirine û piştre dane ber agir."

Piştra artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî navçeya Zirganê û derdora wê kirin. Ji ber wê malbata Zîlanê diçin gundê Hirşewî li ser rêya navdewletî M4 û piştre diçin bajarê Qamişlo.

Dema malbata Zîlanê digihêjin bajarê Qamişlo, şêniyên bajêr, komîn û rêxistina Rojava ya xêrxwaziyê alîkariyên pêwîst ji malbatê re pêşkêş kirin. Girêdayî wê Zîlanê got: "Şêniyan, komînan û rêxistina Rojava ya xêrxwaziyê alîkarî pêşkêş kirin lê dîsa têrê nake."

Endamê rêveber ê Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya meclisa navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo Fasîh Ehmed destnîşan kir ku alîkarî bi rêya komînan li ser koçberên Serêkaniyê hatine belavkirin û wiha got: "Ev alîkarî lezgîn bûn. Ji bo ku pêdiviyên koçberan peyda bikin. Tevahiya alîkariya ji hêla şêniyan ve hatine pêşkêşkirin."

Fasîh Ehmed bang li rêxistinên navdewletî yên ku karê xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişên Tirkiyê taloq kirine, kir ku vegerin û erkên xwe yên mirovî li hemberî koçberan pêk bînin.

Malbata Zîlanê bi hewcedariya mazotê ne girêdayî wê endamê rêveber ê Komîteya Sotemenî ya bajarê Qamişlo Xaşii Sîno diyar kirk u mazot bi rêya komînan tê belavkirin û got: "Koçberên ku mazot negihiştin wan vegerin komîna herêma ku lê ne. Yan jî yekser serî li me bidin û em ê daxwazên wan bînin cih."

Li gorî serjimariyên meclisên bajarê Qamişlo derdora 35 malbat ji şêniyên Serêkaniyê çûna Kampa Weşûkanî.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3gVX9_4bqqw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>