Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê Şêro Mihemed destnîşan kir ku armanca yekitiyê rewşa kedkaran pêş bixe û mafên wan misoger bike. Her wiha hewl da tevahiya kedkaran li herêmn Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li yekitiyê bike.

Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist
Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist
Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist
Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist
Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist
Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidar xist
21 kanûn, 2019   14:46
QAMIŞLO

Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Bi zendên kedkaran em ê civakê ava bikin, armanca me kedkaran birêxistin bikin û biparêzin" civîna xwe ya sala 2019`an lidar xist. Yekitiyê ji civînê armanc dike nêrînên kedkaran,  astengiyên rastî wan tên û rêyên çareserkirina wan pirsgirêkan guhdar bike.

Civîna li Hola Seyran a Taxa Cûdî ( Qenat Siwês berê) ya bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê lidar ket. 250 ji endamên Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê tev li civînê bûn.

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê Şêro Mihemed destnîşan kir ku ew ji civînê armanc dikin, kedkaran li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê orgenîze bikin û mafên wan biparêzin. Mihemed wiha domand: "Bi rêya sendîqeyan mafên kedkaran li beşa giştî û taybet tên parastin. Ev sendîqa ji bo perwerdekirina kedkaran û çareserkirina dozen wan hatin avakirin."

Piraniya kedkarên herêma Cizîrê xwe di bin banê Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê orgenîze dikin. Yekitî armanc dike rewşa kedkaran pêş bixe, mafên wan misoger bike û hewl dide tevahiya kedkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li yekitiyê bike.

(şx)

ANHA