Taxên Helebê hatin topbarankirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarên rojavayê bajarê Helebê taxên El-Hemdaniyê û Projeya 3000 Yekîneyên Bicihkirinê yên di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de topbaran kirin.

Taxên Helebê hatin topbarankirin
19 kanûn, 2019   11:54
HELEB

Di van kêliyan de li bajarê Helebê yê Sûriyê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de topbaran çêdibe. Çeteyên artêşa Tirk ji navendên xwe yên li gundewarên rojavayê bajarê Helebê taxa El-Hemdaniyê û taxa ‘Projeya 3000 Yekîneyên Bicihkirinê’ topbaran kirin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên rejîma Sûriyê, di encama topbaranê de hejmareke ji sivîlan birîndar bûn û zerar gihîşt mal û milkên welatiyan. Her wiha hemû dibistanên li taxên navborî û dikanên li li Zanîngeha Îbla ji bo selametiya xwendekaran hatin girtin.

Hêzên rejîma Sûriyê bersiva topbaranê da. Navenda El-Mensûra, herêma El-Raşidîn ku bûne nuqteyên êrişên çeteyan li ser bajarê Helebê, topbaran kirin.

Tê zanîn ku li Helebê bi domdarî di navbera aliyan de şer rû didin. Bi taybet piştî nakokiyên di navbera dewletên garantor ên Astanayê de.

(bx)

ANHA