Li kampa Waşokanî perwerde dest pê dike

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya şaxê kantona Hesekê bi hevkariya Rêveberiya Xweser di hefteya pêş de li kampa Waşokanî dê dest bi projeya perwerdeyê bikin. Li ser vî esasî 11 kon hatine veqetandin.

Li kampa Waşokanî perwerde dest pê dike
Li kampa Waşokanî perwerde dest pê dike
Li kampa Waşokanî perwerde dest pê dike
Li kampa Waşokanî perwerde dest pê dike
Li kampa Waşokanî perwerde dest pê dike
18 kanûn, 2019   08:58
HESEKÊ-NESRÎN ELÎ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtirî 68 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par man.

Xwendekar tevî malbatên xwe çûn bajarên ku QSD parastina wan dike, di heman demê de piraniya malbatan li kampa Waşokanî ya ku Rêveberiya Xweser li bajarokê Tiwêna vekir, bi cih bûn.

Di demên derbasbûyî de ajansa me dîmenê zarokan ku tê de banga berdewamkirina xwendina xwe dikin, belav kiribû. Li ser banga zarokan Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Hesekê li kampa Waşokanî dibistanek vekir.

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya li kampa Waşokanî Mihemed Haco têkildarî mijarê wiha got: “Vekirina dibistanê xizmeta zarokên ji Serêkaniyê koçber bûne dike, li gel ku li kampê ji sedî 35 zarok in û ji wan hezar û 100 di temenê xwendinê de ne.”

Mihemed Haco bal kişand ser armanca vekirina dibistanê û got tenê ji bo zarokên ji ber êrişên artêşa Tirk ji mafê xwendinê bê par mane, xwendina xwe berdewam bikin, hatiye vekirin.

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Hesekê 50 mamoste ji kampê re amade kirine û 11 kon jî ji qonaxa seretayî re hatine veqetandin. Haco diyar kir ku bergiriyên pêwîst hatine girtin û di hefteya pêş de dê dibistan were vekirin. Di halê hazir de dê tenê ji bo xwenekarên qonaxa seretayî be lê di demên pêş de dê ji bo xwendekarên qonaxa amadehî û navîn jî be.

Di dawiyê de Mihemed Haco got Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kerfanan ji bo dibistanên li kampê amade dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jhWH2yQtfGk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>