Artêşa Tirk û çeteyên wê gundewarê Minbicê topbaran dikin

Çeteyên koma "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker gundên bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundewarê Minbicê topbaran dikin
17 kanûn, 2019   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragiahndinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li gundên xeta di navbera wan û meclisê de didomînin.

Navendê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê gundên li ser xeta Sacûrê bi çekên giran topbaran dikin.

Li gorî navendê gundên tên topbarankirin, Ereb Hesen, Mehsenlî yên bakurê rojavayê bajarê Minbicê.

ANHA