Mezlûm Ebdî bi Partiya Yekitiya Suryan re civiya

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî îro bi şandeya Partiya Yekitiya Suryan re civiya.

Mezlûm Ebdî bi Partiya Yekitiya Suryan re civiya
16 kanûn, 2019   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û şandeya Partiya Yekitiya Suryan rewşa siyasî, leşkerî û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker kirine, nîqaş kirin.

Di heman demê de, pêşeroja siyasî û dîlomatîk a ji bo sekinandina li hemberî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ku guhartina demografiya herêmê pêk tînin, sûcên şer li dijî sivîlên û şêniyên resen ên herêmê, gefa li ser hebûna xiristiyanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û nexasim gelê Suryan û Aşûrî, hatin nîqaşkirin.

Şandeya Partiya Yekitiya Suryan ji hevserokê partiyê Senherîb Bersûm û endamên partiyê Afram Ishaq, Gabiraêl Şemon û Ebîr Îliya pêk dihat.

(kc)

ANHA