Hiqûqnasên Reqayê: Tirkiyê xalên Danezana Mafên Mirovan binpê dike

Hiqûqnasên Reqayê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku dewleta Tirk binpêkirin, dizîn û talankirina milkên şêniyan pêk tîne û Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî binpê dike.  

Hiqûqnasên Reqayê: Tirkiyê xalên Danezana Mafên Mirovan binpê dike
16 kanûn, 2019   14:07
REQA

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra hovanetirîn binpêkirinan li dijî mafên mirovan li pêş çavên cîhanê pêk tînin û raya giştî ya navneteweyî bê deng e.

Li pêş avahiya Dîwana Adaleta Civakî ya li bajarê Reqayê bi dehan dadger, parêzer û hiqûqnas kom bûn ku binpêkirinên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî mafên mirovan û qanûnên navdewletî pêk tên, şermezar bikin û di vî warî de daxuyaniyek dan. Hevserokê Yekitiya Parêzeran Meşleb El-Tirkman daxuyanî xwend û bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku qanûnan pêk bînin û dadgeheke navneteweyî ava bikin ku sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, lêpirsîn bikin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tişta ku faşîzma Tirkiyê li herêmên Sûriyê pêk aniye, dûrî hemû şaristaniyên mirovî ji nirx û redkirina zilma civakî ye. Sûcê qirkirina komî, ji mezintirîn sûcên navdewletî yên xeternak e û înkarkirina heyîna gel e. Her wiha jî înkarkirina pirrengiya çandî ye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hedefên Tirkiyê yên rastîn ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbekirina modela demokrasiyê ya li ser sînorê wê ye. Ew jî bi metirsiya veguhastina ev atmosfera demokrasî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ya ber bi Tirkiyê ve ye.  Her wiha hedefa Tirkiyê koçberkirina şêniyên resen ji van herêman û bicihkirina şêniyên dîtir li şûna wan ku piştgiriya xwe ya siyasî û fikrî jê re pêk bînin. Ev jî xetereyê li ser yekitî û aştiya xak û civaka Sûriyê çêdike.

Li aliyekî din jî dewlemendiya aborî tê talankirin û li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, bi rêya komên terorîst, tê veguhastin. Genim ji Girê Spî didizin û vediguhêzin Tirkiyê. Hedef ji vê yekê jî mehrûmkirina gelên li herêmên dagirkirî ji debarên jiyana birûmet û koçberkirina wan e. Ji bilî wê jî bê ser û ber şêniyan digirin û dixin girtîgehan.

Di dawiya daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku ev kirinên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên, bêrêziya li hember Danezana Mafên Mirovan  a Gerdûnî ye ku di sala 1948’an de ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate qebûlkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EKr8NLhzzrA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>