Esper: Divê Iraq bergiriyan bigire da ku hêzên Amerîkayê neyên hedefgirtin

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper îro bang li serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmedî kir ku bergiriya pêngavên ku baregehên hêzên Amerîkayê tê de ne neyên topbarankirin, pêk bîne.

Esper: Divê Iraq bergiriyan bigire da ku hêzên Amerîkayê neyên hedefgirtin
16 kanûn, 2019   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ku Buroya Serokwezîrê Iraqê weşandiye, bi bîr xist ku wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper îro serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî têkildarî pêkanîna pêngavên qedexekirina ku beregehên hêzên Amerîkayê rastî topbaranan neyên, hişyar kir.

Banga Mark Esper piştî ku rayedarê leşkerî yê Amerîkayê yê payebilind di hefteya borî de hişyarî li ser êrişên komên bi piştevaniya Îranê yên li ser baregehên ku tê de hêzên Amerîkayê li Iraqê hene, pêk hat. Bi wê re jî dê hemû aliyan ber bi şerekî ve bibe ku serwerî li ser nabe.

Êrişên bi moşekan ku baregehên Iraqê yên ku tê de endamên koalîsyonê yê bi serkêşiya DYA’yê hene di hefteya borî de zêde bûn, bêyî ku tu kes berpirsyariya xwe di vî warî de ragihîne.

Rayedarê leşkerî yê Amerîkayê got analîzên îstîxbaratî de îşaret bi tawanbariya li ser baregehên bi piştgiriya ji Îranê de tê kir.

Daxuyaniya ku ji buroya Abdulmehdî hatiye weşandin, diyar kir di pêwendiya telefonê li gel Mark Esper de, wî metirsiya xwe der barê topbarankirina hin nuqteyan û pêwîstiya pêkanîna bergiriyên rawestandinê de, anî ziman.

(fr)