Beşar El-Esed: Dewleta Tirk dê ji deverên ku dagir kirine, derkeve û here

Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed bertek nîşanî dewleta Tirk da ku deverên bakurê Sûriyê dagir kirine û got “Divê Tirkiye derkeve û here.”

Beşar El-Esed: Dewleta Tirk dê ji deverên ku dagir kirine, derkeve û here
10 kanûn, 2019   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANA, hevpeyvînek weşand ku bi Beşar El-Esed re ji hêla televîzyona Rai News 24 a Îtalyayê ve hatiye çêkirin lê belê nehatibû weşandin.

Li gorî hevpeyvîna ku SANA’yê weşandiye, Esed bertek nîşanî dagirkeriya dewlete Tirk  a li dijî bakurê Sûriyê da û got “Divê Tirkiye derkeve û here.”

Esed got: “Serwerî û yekitiya xaka Sûriyê û dagirkeriya dewleta Tirk hev nagirin” û destnîşan kir ku ev rewş dê nebe mijara bazarê.

Esed rewşa dawîn a Sûriyê nirxand û diyar kir ku rewş ji hêla siyasî ve aloztir e û artêşa rejîma Sûriyê di salên dawîn de bi pêş ve çûye.

‘REWŞA SÎYASÎ ALOZ E’

Esed îşaret bi têkiliya dewleta Tirk û komên çete yên li herêmê kir ku ji hêla tevahî cîhanê ve wek terorîst tên hesibandin û wiha axivî:  “Li Idlibê El-Nusra heye ku Tirk destekê didinê. Li hêleke din jî beşa bakur a Sûriyê heye ku Tirkan di meha borî de dagir kir. Em dikarin bibêjin ku li Sûriyê rewşa siyasî  aloztir bûye. Ji ber ku hejmara lîstikvanên ku mudaxeleyê li krîza Sûriyê dikin, zêdetir bûye da ku krîzê dirêjtir bikin û veguherînin şerê bêzarkirinê.”

Beşar El-Esed îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk kir lê belê tu şîrove nekirin bê ka dê li hemberî vê dagirkeriyê xwedî helwesteke çawan bin.

 ‘RÛS DESTEKÊ NADIN TIRKAN’

Der barê bazarên li ser Sûriyê yên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de Esed wiha got: “Lê belê wan (Rûsan) ji Tirkan xwest ku ji bo derketina ji Sûriyê bi rolekê rabin. Ew destekê nadin Tirkan. Nikarin bibêjin ev rastiyeke baş e û divê Sûriye vê yekê qebûl bike. Vê tiştê nabêjin.”

 ‘SERWERIYA SÛRIYÊ Û DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI DIJÎ HEV IN’

Esed got rewşa Sûriyê “ji xirabê baştir e” û diyar kir ku armanca wan e ku di pêşerojê de serweriya Sûriyê û yekitiya xaka wê pêk bînin û wiha pê de çû: “Serweriya Sûriyê û yekitiya xaka wê, bi dagirkeriya Tirk re li hev nayê. Ev yek jî pir eşkere ye.”

 ‘HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE DÊ MIN ŞANAZ NEKE’

Di hevpeyvînê de li ser pirsa “Di maweyeke dirêj de, gelo planeke hevdîtina te û Erdogan heye?” Esed ev bersiv da: “Ji rojan rojekê heke ez bi vê rewşê re rû bi rû bibim, ez ê pê şanaz nebim.”

Her wiha Esed îşaret bi tekiliya Erdogan a bi çeteyên mîna DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şam re kir û got: “Ez ê nefretê ji hevkariya bi van îslamîstên berjewendîperest bikim.”