Mafên mexdûrên binpêkirinên dagirkeriya Tirk li kuderê ne?

Ragihandina cîhanî ya mafên mirovan ji mezintirîn destkeftiyên NY`î ye. Diviyabû ku bi mafên mirovan re têkildar be û wan biparêze. Lê rêxistinê li hember komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nalive.  Gelo bi rastî ev rêxistin girêdayî mafên mirovan e?

Mafên mexdûrên binpêkirinên dagirkeriya Tirk li kuderê ne?
10 kanûn, 2019   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

10`ê Kanûnê her sal Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan e. Ev roj ji hêla komeleya giştî ya NY`î ve hate diyarkirin. Di 10`ê Kanûna 1948`an de komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ev roja wekî Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan pejirand. Roja Mafên  Mirovan bi awayekî fermî di civîna bi hejmar 317 a komleya giştî di Kanûna 1950`î de hate ragihandin. 

Li gorî rêgezên Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanî ya ku komeleya giştî ya NY`î xwedî lê derketiye, gelek taybetmendiyên an jî rêgezên bingehîn ên girêdayî xwezaya mirov ji aliyekê ve û ji aliyekê din ve mafên diyar in.

Ji girîngtirîn rêgezên wê;

Mafên mirovan nayên kirîn û firotin. Ew ne diyarî ne, milkên mirov in.

Mafên mirovan ji her kesî re ne, bê ferq û cudahiya reng, nijad, ol, zayend, nêrîna siyasî yan jî koka civakî. Mafên mirovan bi kesayeta mirov ve girêdayî ye û bê wê nayê jiyîn û nayên parçekirin.

Dema mirov li karê rêxistina mafên mirovan a dinêre, dibîne bê çiqas bi rêgezên xwe re nakok in. Ev rêxistin li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna komkujiyan û guhertina demografîk li ser bingeha nijadî û taîfî nelivîn. Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an êrîşî kantona Efrînê kir. Herî dawî jî di 9’ê Cotmehê de bi çeteyên xwe yên berhevkên DAIŞ û Cebhet El- Nûsra re Êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Heta niha jî ev êrîş berdewam in.

Di encama êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê de, bi hezaran şêniyên kantonê ji malên xwe koçber bûn. Mal û gundên wan rastî topbaranê hatin. Milkên wan hatin talankirin, tevî wê jî rêxistina mafên mirovan nelivî. Artêşa Tirk a dagirker li herêma Efrînê bi rêjeya ji sedî 70 guhertina demografîk pêk anî. Navên qadên wê guhertin, zimanê Tirkî ferz kirin, nehiştin şêniyên din bi hev re bi zimanê zikmakî biaxivin. Lê dîsa jî nelivî.

Artêşa Tirk di 9’ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, herêmên ku di nava Sûriyê de herêmên herî aram bûn. Di gel ku herêmên herî zêde gelan azadî, demokrasî û jiyana hevbeş tê de bi dest xistibûn. Hemû gelan li vir mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî, pirrengiya olî û mafên xwendina bi zimanê dayîkê misoger kiribûn.

Lê belê Rêxistinên Mafên Mirovan derbarê êrişên artêşa Tirk de ti helwest nîşan nedan û di vê derbarê de Desteya Tenduristiyê ya şaxê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 19’ê Cotmehê de hejmara birîdarên di endama êrişên artêşa Tirk de, birîndar bûne diyar kir ku gihaştiye 677`an. Hejmara şehîdan gihaştiye 235’an. Di nav wan de 22 zarok hene, paşê hejmara serjimêriyê bilind bû. Di nav de dema 13’ê Cotmehê karwanê sivîlan bi aramanca vekirina koorîdora mirovahiyê û derxistina birîndaran sivîl berê xwe dan Serêkaniyê. Artêşa dagirker ew bi balafiran bombebaran kirin û hejmarak ji rojnemevanan şehîd bûn. Lê belê dîsa deng ji rêxistinên parastina mafên mirovan derneketin.

Her wiha ji dema artêşa Tirk dest bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, gelek komkujî li ser gelên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn. Di heman demê de sivîl di qadên meydanî de qetil dikirin. Mîna sûcdariya li dijî siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û ajokarê erebeya wê ku di 12’ê Cotmehê de li ser rêya M4 qetik kirin. Dİ 21’ê Cotmehê de li dijî tîma tenduristiyê ku ji 3 endaman pêk dihat û di 2’ê Kanûnê de jî li Til Rifetê li dijî zarokan komkujî pêk anîn. Di encama wê de 10 sivîl şehîd bûn ku 8 ji wan zarok bûn. Lê belê hîn jî rêxistinên mafên mirovan helwestek nîşan nedane.

Di heman demê de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker  ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran sivîl koçber bûn û li herêmên bi ewletir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn, lê belê 86 hezar xwendekar ji mafên xwendinê bê par man.

Tişta ku hate bibîrxistin ev hin ji kiryarên artêşa Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tevî sûcên şer û kiryarên dermirovî, rêxistinên peywendîdar çavên xwe digirin.

Pirs di vir de ye, gelo kanêne ew rêxistinên ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin? Gelo bi rastî jî parastina mafên mirovan dikin, an ew jî girêdayî ajandeyên navdewletî ne û nûnertiya siyastên xwe dikin? Gelo mafê Tirkiyê heye ku rojên binpêkirinan pêk tîne pîroz bike.”

(şx/eh)

ANHA