Piştî êrişên li ser baregehên Amerîkayê, 500 wesayitên leşkerî gihîştin Iraqê

Piştî êrişên li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê, 500 wesayitên leşkerî yên Amerîkayê yên ji Urdinê dihatin, gihîştin baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê.

Piştî êrişên li ser baregehên Amerîkayê, 500 wesayitên leşkerî gihîştin Iraqê
9 kanûn, 2019   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku 500 wesayitên leşkerî yên Amerîkayê ku ji Urdinê dihatin, gihîştin baregeha Eyn Esed a li navçeya El-Bexdadî li qazaya Hêt a parêzgeha Enbarê.

Ev yek piştî êrişên li ser hev li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê hat ku herî dawî moşekeke ji cureya Katyuşa li baregeha nêzî balafirxaneya Bexdayê ya navdewletî li rojavayê paytextê, ketibû.

Baregehên Beled û Eyn Esed ên Amerîkayê di rojên berê de, rastî êrişan hatibûn. Her wiha cihê pêşangê Teyar El-Sadr Muqteda El-Sadr rastî êrişa balafireke keşfê hat.

Piştî ku di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de nakokî zêde bû, Heşdî Şebî ya Iraqê duh bi şev piştgireyeke leşkerî ya mezin şand ser sînorê Sûriye-Iraqê.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Naftali Bennett, yekşemê gef li Îranê xwar û got dê Sûriye ji bo hêzên xwe yên li seranserê welêt û taybet li aliyê rojhilat belav bûne, veguherîne Vîetnameke nû.

(cx)