Dibistanên Şedadê xwendekarên koçber pêşwazî dike

Hejmara xwendekaran li navçeya Şedadê û gundên wê, piştî pêşwazîkirina xwendekarên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne, zêde bû.

Dibistanên Şedadê xwendekarên koçber pêşwazî dike
Dibistanên Şedadê xwendekarên koçber pêşwazî dike
Dibistanên Şedadê xwendekarên koçber pêşwazî dike
Dibistanên Şedadê xwendekarên koçber pêşwazî dike
9 kanûn, 2019   12:20
HESEKÊ-BSIM EL-DEXÎL

Piştî êrişa dagirkeriya dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên DAIŞ û El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek aliyan ku li gorî ajandeyên derve û yên girêdayî dagirkeran kar dikin, hewl da ku karê saziyan, nexasim ên perwerde û xwendinê bidin rawestandin û sîstema perwerdeyê li herêmê asteng bikin.

Lê belê hemî hewldanên çete û aliyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ji ber hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê û israra xwedîderketina li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi bin ketin.

Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Perwerdeyê li navçeya Şedadê Elî El-Cerad, tekez kir ku çalakiya xwendinê li herêma başûr li gorî plana ku Desteya Xwendin û Perwerdeyê li kantona Hesekê daniye, bi rê ve diçe û tersî ku ajandeyên derve propagandeya wê dikin, hemû dibistan vekirî ne.

Elî El-Cerad îşaret pê kir ku mamoste li gorî dewama fermî tev digerin û erkên ji bo temamkirina çalakiya xwendin û perwerdeyê li navçeyê dikevin ser milê wan, pêk tînin û wiha axivî: "Di êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibistanan pir zerar nedît."

El-Cerad diyar kir ku piştî zarokên ji Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên li ser sînor koçber bûn û li dibistanên nêzî cihên mayîna wan li navçeyê û gundên wê hatin belavkirin, hejmara xwendekaran zêde bû.

Elî El-Cerad, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku perspektîfên taybet ji bo xwedîderketina li xwendekarên koçber ên ji dibistanên xwe qut bûne û alîkariya bi wan re, ji aliyê desteyê ve hatin dayîn.

 (cx)

ANHA