"Bangewaziyên parçekirina QSD`ê hewldana derxistina nakokiyên di nava Sûriyê de ne"

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê bangên parçekirina QSD`ê red kirin û piştgiriya QSD’ê kirin. Rûspiyan gotin: “Armanca van xwestekan derxistina nakokiyan di navbera gelên Sûriyê de ye.”

"Bangewaziyên parçekirina QSD`ê hewldana derxistina nakokiyên di nava Sûriyê de ne"
9 kanûn, 2019   09:05
EYN ÎSA-TIRKÎ EL-KALIT-EHMED EL-KEMYAN

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li bin konê çalakiyê yê ku li navçeya Eyn Îsayê hatiye vedan axivîn.Tê zanîn ku konê çalakiyê di roja xwe ya 6`an de li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê û binpêkirinên ku dewleta Tirk û komên çeteyan li dijî gelên herêmê pêk tînin, çalakiya xwe didomînin.

Rûspiyên eşîran behsa serdana serokê buroya ewlekariya neteweyî ya rejîma Sûriyê Elî Memlûk kirin û gotin: “Elî beriya çend rojan di serdanê de qala parçekirina şêniyên eşîran ji QSD`ê kiriye.” Rûspiyê eşîra Begara bersiva vê yekê da û got: “Ew bi yekîtiya xaka Sûriyê re ne û daxwaza xweseriya herêmên xwe di nava Sûriyeke hevgirtî de dikin. Li gel ku bangewaziyên hin aliyên ku hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, red dikin.”

Her wiha rûspiyê eşîra Begara destnîşan kir ku ew bangên mezhebperestan têkiliyên xwe bi welatparêziyê re tune ne û gotinên xwe wiha domandin: “Ji Sûriyê re tenê wêrankirin, nakokî, gendelî û qetilkirinê  tînin. Kesên bangewaziya parçekirina QSD`ê dikin, bila deh penaberên Sûriyê ku li derveyî welat in îqnaa bikin ku tevlî sîstema wan bibin.”

Hisên El-Leteh diyar kir ku QSD`ê parçeyek ji şêniyên herêmê ye û bi hemû pêkhateyên xwe ve parastina gund û bajarên xwe dike, niha jî artêşa Tirk şerê rûmetê dide meşandin.

Di dawiya axaftina xwe de rûspiyê eşîra Begara piştrast kir  ku ew ê piştgiriya QSD`ê bikin.

Di milekî din de ji eşîra El-Igêdad Îbrahîm El-Ewed axivî û parçekirina QSD`ê heta dawî red dikin û piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da û wiha anî ziman, QSD`ê parastina xak û destketiyên li dijî DAIŞ`ê hatine bidestxistin dikin.

Lê belê ji eşîra El-Fehed ku beşek ji eşîra Şemera ne, Şakir Salih axivî û got, em jparçekirina QSD`ê red dikin û dê li gel QSD`ê şerê artêşa Tirk bikin û parastina xakê bikin.Şakir di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku piştgiriya berxwedana ku didine meşandin bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qs8YUO-w6P4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>