Muslim: “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” sûcên DAIŞ`ê dubare dike

Hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Şervan Muslim got: “Komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker sûcên DAIŞ`ê li herêmê li dijî sivîlan dubare dike. Pêwîste civaka navdewletî bilive û wan muhesebe bike.”

Muslim: “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” sûcên DAIŞ`ê dubare dike
6 kanûn, 2019   08:22
KOBANÊ-UMER MIHEMED

Piştî çend mehan ji tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî û erdnîgarî ve li Sûriyê binpêkirinên wê careke din li herêmê derketin. Lê vê carê bi cil, navên nû û desteka yekser ji Tirkiyê.

Ev kom navê "Artêşa Niştimanî Sûriyê” li xwe dikin. Binpêkirinên li dijî sivîlan dighêjin asta sûcên şer. Piştî ku bi cenazeyên sivîl û şervanan lîstin, bi hezaran malbat dan koçberkirin û milkên wan desteser kirin.

Di vî warî de Şervan Muslim dibêje di dema şer de divê sivîl jê dûr bin û wiha domand: "Lê kirinên DAIŞ`ê di dema ku herêmê dagirkirbû de ji qetilkirin, lîstina bi cenazeyên sivîlan komên artêşa watanî ya sûrî yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digire niha dubare dikin."

Muslim destnîşan kir ku ev kom sûcên şer li dijî sivîlên herêmê pêk tînin. Muslim teqez kir ku pêwîst e dewletên ewropî û erebî tevbigerin û sînorekî ji binpêkirinên ku li bakurê Sûriyê bi desteka Tirkiyê rû didin, bigirin.

Muslim teqez kir ku divê Tirkiyê ji ber ku desteka mîna van koman dike were muhesebekirin.

Ji destpêka artêşa Tirk a dagirker ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” yên girêdayî Tirkiyê sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef qetil kirin. Her wiha çeteyan bi cenazeyê şervana YPJ`ê Amara lîstin. Tevî ku sivîlan bi awayekî meydanî darve kirin li rex bûyerên talankirinê li herêmên dagirkirî.

(şx)

ANHA