Mijarên rojnameyên erebî – 6 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa binpêkirinên çeteyên bi navê Artêşa El-Wetenî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi navê “hovên Adem” bi nav kirine. Her wiha jî çavkaniyên Lîbyayê got dewleta Tirk muzakereya lihevkirinê li hikumeta El-Sîrac de ferz kir û li aliyekî din jî seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê dest bi pêvajoya ezlkirina Trump kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 6 Kanûn
6 kanûn, 2019   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa binpêkirinên çeteyên bi navê Artêşa El-Wetenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lihevkirina di navbera dewleta Tirk û El-Sîrac de û doza ji erkê kişandina Trump kir.

EL-EREB: ÇEKDARÊN SÛRIYÊ YÊN ALÎGIRÊN DEWLETA TIRK "HOVÊN ADEM” IN KU TALAN Û KUŞTINÊ PÊK TÎNIN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir û jê jî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Şara Şêdo ya koçber ji Serêkaniyê nameya ku bi rêya telefonê jê re hatiye, vekir ku wêneyê kurê xwe di nava xwînê de maye tevî perspektîfên "were cenazeyê kurê xwe bibe" dît."

Rojnameyê ev tişt lê zêde kir: "Jina Kurd a ku ji ber êrişên dewleta Tirk di Cotmeha borî de koçberî avahiyeke hilweşiyayî li Qamişloyê bûye, got kurê min bi xwînsarî kuşt. Piştre li telefona xwe vegerî ku wêneya çeteyekî ji komên Sûriyê yên alîgirê Enqereyê dît ku bi kuştina kurê wê Rêzan(38) îtîraf kir. Koçbera ji Serêkaniyê (65) got wî hovî kurê min ê xweşik kuşt."

Rêzan piştî serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê, tevî 3 hevalên xwe da ku malên xwe çavdêr bikin û hin cilên zarokan bînin, çûn bajêr. Lê beriya ku bigihîjin bajêr erebeya wan hat hedefgirtin û hatin kuştin.

Rojnameyê wiha diyar kir: "Dewleta Tirk bi hedefa dûrxistina şervanên Kurd û avakirina "herêma ewle" û vegerandina 3 milyon koçberên Sûriyê li herêmê, êrişên xwe rewa dike. Lê Kurd wê bi hewldana guhertina demografiya herêmê, tawanbar dikin."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çeteyên Enqereyê bi binpêkirina"sûcên şer" tawanbar kirin. Li aliyekî din jî Human Rights Watch (HRW) di rapora 27’ê Mijdarê de got komên çete  darvekirinên meydanî yên derqanûnî bi mafên sivîlan de pêk anîn û her wiha jî nehişt ku malbatên Kurd ên koçber piştî êrişên leşkerî yên Tirkiyê vegerin malên xwe. Ji wê zêdetir jî mal û milkên wan talan û desteser kirin."

ŞERQ EL-EWSET: HEŞD EL-ŞEBÎ ZEHMETÎ LI SERÊ ‘TEVGERA GEL’ A LI QADA TEHRÎRÊ ÇÊKIR

Der heqê Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Bi hezaran alîgirên Heşd El-Şebî herikîn Qada Tehrîrê ya Bexdayê û zehmetî li ser xwepêşandêrên li dijî çînên siyasî yên desthilat, çêkir."

Çalakgerên Iraqê, partiyên desthilat û komên alîgirên Îranê bi hewldana serweriya li ser Qada Tehrîrî û hewldana jevkirina xwepêşandanan bi bihaneya têkbirina tundrawan û derkirina wan, tawanbar kirin.

Çalakgeran li ser rewşên ku xwepêşandan piştî hatina xwepêşandêrên Heşd El-Şebî ya birîndariya bi kêrê axivîn.

Li başûrê welat jî duh xwepêşandan bi tevlêbûna malbatên qurbanî û eşîran a xwepêşandanê ya banga rawestandina tundiyê li Nasiriyê, befireh bû ku di encamê de nêzî 20 kesan di hefteyên borî de hatin kuştin. Her wiha jî şandeyên ji eşîran û bi sedan xwepêşandêr tev li xwepêşandanan bûn.

EL-EREB: NAKOKÎ GEFAN LI TEKLÎFKIRINA SEROKATIYA EL-XETÎB JI BO SEROKATIYA NÛ YA LUNANÊ DIXWIN

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnemeya El-Ereb ji çavkaniyên siyasî ragihand ku atmosfêra paytexta Lubnanê dide diyarkirin ku hîn çareseriyek di teklîfkirina Semîr El-Xetîb de ji bo avakirina hikumetê  nehatiye dîtin û dibe ku surprîzên di kêliyên dawîn de hebin.

EL-BEYAN: LI FRANSAYÊ MEZINTIRÎN XWEPÊŞANDANA JI BO GUHERTINA ZAGONA MALNIŞÎNIYÊ

Der barê rewşa Fransayê de rojnemeya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh li Fransayê sektorên girîng ketin grevê. Ev yek piştî bertekên sektorên girîng ên welêt û vexwendina sendîkayên karkeran ên ku zagona sererastkirina sîstema fonên malnişîniyê (teqawîtbûn) red dikin, pêk hat. Li Fransayê tevgera trên, dibistan û gelek sektorên girîng rawestiya ku li her derê bertek hatiye nişandan û ev yek wek mezintirîn bertek di dîroka welêt de hate wesfkirin. Her wiha hejmara polîsan li kolanan zêde bûye û 6 hezar polîs li Parîsê hatine belavkirin û 30 hezar li ser tevahiya welêt hatine belavkirin da ku li pêş xwepêşandanan bisekinin."

ÎMARAT EL-YEÛM: PELOSI DEST BI ŞERÊ EZLKIRINÊ KIRIYE Û TRUMP DIBÊJE EZ Ê BI SER BIKEVIM

Der barê rewşa Amerîkayê de rojnemeya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi duh got wê ferman daye Komîteya Dozgeriyê ya Meclisa Nûneran da ku lîsteyeke bendan ji bo lêpirsîna serok Donald Trump der barê xebata wî ya di şantajkirina li ser Ukraynayê de pêk bîne.

Pelosi di daxuyaniyekê de wiha got: "Guman di rastiyan de tune ye. Trump li ser hesabê ewlehiya me ya neteweyî hêza xwe ji bo berjewendiya xwe ya kesane ya siyasî bi kar anî, bi rêya veşartina alîkariya leşkerî û lidarxistina civîna girîng li ofîsa Koşka Spî, ew yek beramberî vekirina lêpirsîna di çalakiyên  dijberê wî yê siyasî de pêk hat."

Nancy Pelosi  wiha domand: "Mixabin lê bi bawerî ez îro ji serokê komîteyê dixwazim ku bendên lêpirsînê amade bike."

Her wiha serokê Amerîkayê jî teqez kir ku ew ê di şerê ezlkirinê de bi ser bikeve, piştî ku Nancy Pelosi gef li dijî wî xwarin. Trump di twittekê de wiha nivîsand: "A baş ku Komarparêz niha yek in, ji hemû demên din bêhtir. Em ê bi ser bikevin."

EL-EREB: TIRKIYE BI DESTEKA XWE YA JI EL-SÎRAC RE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE

Der barê lihevkirina di navbera Tirkiye û hikûmete El-Sîrac de, Komîteya Karên Derve ya Parlemana Tirkiyê roja pêncşemê erêkirina xwe ji projeya qanûna muzakereya  lihevkirinê ku di navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de hatiye îmzekirin û girêdayî aliyên erkên deryayî ye, li Deryaya Spî , ragihand. Ev yek dikare bi kêmanî ji aliyê Tirkiyê ve were pratîkkirin, di demekê de ku Meclisa Serokatiyê li Terablusê nikarî bike biryareke fermî. Ev jî aloziya li herêmê kûrtir dike.

Çavkaniyên şopdar li paytexa Lîbyayê qala hevpeymanê kir û got ew li ser Fayîz El-Sîrac hate ferzkirin bêyî ku li detayên wê binêre, her wiha Tirkiyê bi rêya rewabûna tevgera xwe li herêma Rojhilata Navîn pêk anî.

(fr-jo)