Bavê şehîdekê û 5 têkoşeran: Divê em zarokên xwe teşwîq bikin ku welatê xwe biparêzin

Gelek malbatên Rojava di salên şoreşê de ked dan, ji bo ku şoreş biserkeve. Zarokên xwe teşwîqî nava refên şoreşê kirin, ji bo şoreş biserbikeve xwedî li şoreşê derketin.

Bavê şehîdekê û 5 têkoşeran: Divê em zarokên xwe teşwîq bikin ku welatê xwe biparêzin
6 kanûn, 2019   07:23
ŞEHBE-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hesen Berko yê ku di nav şêniyên Efrînê de bi navê Bavê şehîd Şîlan tê naskirin ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî ye. malbata wî bi welatparêzî û fedekariyên xwe di rêyê azadiyê de tê naskirin. Malbat berê di sala 1984`an de li Efrînê Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye.

Bavo Birko şoreşger e û keça wî li çiyayên Kurdistanê di sala 2011`an de şehîd bûye û vê yekê dibe endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê.

Ji ber zulma Rejîma Baas`ê li dijî gel ji siyasetên parçekirin, nijadperestî û çewisandinê, Birko koletiyê qebûl nake û tevî 6 ji zarokên xwe 5 keçan û kurê xwe yê tekane tev li YPG û YPJ`ê di demên cuda de dibin.

Kur û keçên Birko li du hev tev li PYG û YPJ`ê dibin. Dilara keça wî ya mezin destpêkê tev lê bû û piştre Şîlan a ku di 2011`an de şehîd bûye.

Piştî şehadeta Şîlanê her sê xwişk Axîn, Evîn û Nûda di 2013`an de tev li YPJ`ê dibin ji bo ku rêya xwişka xwe ya şehîd bidomînin.

Kurê malbatê yê tekane Kendal ew jî qebûl nekir di mal de rûne ji ber wê di 2013`an de tev li YPG`ê dibe.

Her 5 xwişk tevî birayê xwe tev li gelek şerên rizgarkirina bajar û gundan ji çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û li dijî dagirkeriya Tirk li Rojava dibin.

Bavê şehîd Şîlan Hesen Birko sedema ku hiştiye zarokên xwe teşwîqî tevlêkirinê bibin şîrove dike û got: "Zarokên min li ser welatparêziyê mezin bûne. Min ji wan re şerê taybet li dijî Kurdan a ku di materyalên Baas de tê fêrkirin û siyaseta li dijî gelê Kurd dimeşand ji bo ku wî biçewisîne û di berjewendiyên xwe yên desthilatdar de bihelîne şîrove kir. Min bi zarokên xwe re girîngiya parastina maf û destkeftiyan nîqaş dikir û me guhdar gotinên Rêber Ocalan dikir. Ji ber wê hezkirina wan û girêdana bi parastina axê û rûmetê zêde bû." 

Birko teqez kir ku jiyana berê gelek dijwar bû. Pergalên mitînger wek kole li gelê Kurd dinêrî. Mîna ku li ser vê erdnîgariyê tune ye. Tevî ku fikrên kirêt û nijadperestî di navbera civakan de belav dikirin û siyaseta parçe bike biserkeve dimeşandin.

Berko wiha domand: "Piştî ragihandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê pîvan ji bo gelê Kurd li tevahiya deveran hatin guhertin. Êdî li pêşberî cîhanê em serê xwe radikin û dibêjin em xwedî doz in, mafê me hene û divê em wê biparêzin. Em şukra xwedê dikin ku her şeş zarokên min rêya rast ji bo parastina dayîka mezin(Kurdistanê) welatê me hilbijartin. Koletî red kirin û ez bi wan serbilind in."

Birko çîroka kurê xwe yê tekane Kendal ê ku di vê dawiyê de tev li YPG`ê bûye vegot: "Kendal hertim ji min re digot bavo ez dixwazim tev li YPG`ê li navçeya Cindirêsê bibim. Ji bo ku welat û rumeta xwe mîna xwişkên xwe biparêzin. Ez dixwazim bibim şervan. Min jê re got biçe. Lê min dizanî ku fermendariya leşkerî wê tevlêbûna wî red bikin ji ber ku xwişkên wê tev lê bûne."

Birko wiha berdewam kir: "Kendal zivirî û got bavo yekîneyê tevlêbûna ez qebûl nekirim. Ez ji te û dayîka xwe dixwazim hûn ji wan bixwazin ji bo ku bi awayekî fermî tev  li YPG`ê bibim. Min jî daxwaza Kendal red nekir. Ez û dayîka wî çûn ba fermendarê leşkerî û me jê xwest kurê me yê tekane tev li yekîneyê bibe."

Piştre Kendal tev lê dibe û tev li gelek şerên li dijî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li kantona Efrînê ya dagirkirî dibe. Her wiha tev li şerên rizgarkirina kantona Şehbayê jî dibe.

Bavê şehîd Şîlan Hesen Birko bang li tevahiya dê û bavan kir ku zarokên xwe teşwîq bikin ji bo ku ax û şerefê biparêzin. Li hember tevlibûna zarokên xwe ji şoreşa rûmetê re nebin asteng.

Her wiha Birko bang li tevaiya kurdistaniyan li hundir û derve kir ku tev li berxwedana Rojava bibin û dubarekirina sînaryoya komkujiyan li dijî gel û pêkhateyên Rojava rawestînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2NTXTwGPxiU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>