Şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şehîdên komkujiya Til Rifetê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên koçber pêk anî, oxir kirin.

4 kanûn, 2019   13:00
ŞEHBA

Bi hezeran şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê kom bûn da ku cenazeyên 10 şehîdan, di navde 8 zarok, ku di komkujiya artêşa Tirk a li dijî Til Rifetê de hatin şehîdkirin, oxir bikin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyê wergirtin û li kolana sereke ya navçeya Fafînê geriyan. Şêniyan dirûşmên “Şehîd namirin” û dirûşmeyên piştgiriya Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê berz kirin.

Her wiha şaxê zeytûnan, wêneyên şehîdên komkujiyê û pankartên "Na ji kuştina zarokan re”, “Rojava serî natewîne”, “Tirkiye xaka me dagir dike, zarok û kalepîrên me dikuje” û “Rûsya bê deng e û em dagirkeriya Tirkiyê red dikin" hatin hildan.

Li goristana şehîdan a navçeya Fafînê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif, hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso, ji rêveberên  Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Haşim û endamê meclisa kantona Şehbayê Mihemed Cûma, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin. Her wiha hat destnîşankirin ku êriş û komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî kantona Şehbayê armanc jê ku herêma ji niştecihên wê yên resen vala bike, îrade û berxwedana şêniyên Efrînê li Til Rifet û Şehbayê bişkîne. Axaftvana got dewleta Tirk ji îradeya gelên azadîxwaz ditirse.

Di axaftinan de hat tekezkirin ku dagirkerî tê wateya hedefgirtina pêşeroja gelan û ev yek sûceke li dijî mirovahiyê û şaneyek reş li ser eniya rêxistin û saziyên ku bi navê mafên mirovan bang li xwe dikin.

di dawiyê de helwesta civaka navdewletî û bêdengiya der barê sûcên ku Tirkiyê pêk tîne hat rexnekirin û bang li wan hat kirin ku berpirsiyariya der barê qirkirina etnîk, guhertina demografîk û komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tîne, pêk bîne.

Her wiha zarokê bi navê Xelîl Hisên ji bo şehîd û rêhevalên xwe helbestek got.

Paşê wesîqeta şehîdên komkujiyê ji aliyê mamosteyên KPC-Demokratîk Ronî Mihemed û Avdar Xelîl ve hatin xwendin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan li goristana navçeya Fafîn di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA