Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê merasîmek ji bo 3 şervanên YPJ`ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, li dar xist.

Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şêxmeqsûdê merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê
3 kanûn, 2019   12:47
HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma şehîd Cahîde Libabîdî (Nûda Ocalan) û şehîd Hêvî Mistefa (Aryan Qendîl) ku di 11`ê Mijdarê de şehîd bûn û şehîd Silava Selah (Silava Serbilind) ku di 18`ê Mijdarê de şehîd bû. Merasîm li beşa xerbî ya taxa Şêxmeqsûd li dar ket.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Bîlal û bi navê meclisa giştî ya taxê Semîre Elûş axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Axaftvanan soza domandina rêya şehîdan heta rizgarkirina xakê ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker da.

Paşê wesîqetên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê Zelûx Qenber ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA