Hediye Yûsiv bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifatê şermezar kir

Hediye Yûsiv bêdengiya aliyên navdewletî û rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê der barê komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokan li Til Rifatê pêk anî, şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar bi mafên mirovan kir ku dest tê werdin, dagirkerî û sûcên wan rawestînin.

Hediye Yûsiv bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifatê şermezar kir
Hediye Yûsiv bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifatê şermezar kir
Hediye Yûsiv bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifatê şermezar kir
Hediye Yûsiv bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifatê şermezar kir
3 kanûn, 2019   08:03
ŞEHBA-CAFER CAFO

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2’yê Kanûnê (duh) komkujiyeke hovane li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne, bi rêya roket û hewanan pêk anî û di encamê de 11 sivîl, piranî jê zarok, şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

Der heqê komkujiya hovane ya li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê de, endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsiv axivî û di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û hêviya tedawiyê ji birîndarên komkujiyê re kir.

Hediye Yûsiv wiha got: "Topbaran û hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya navçeya Til Rifatê ku di encamê de zirarên mezin ên mirovî pêk hatine, ne cara yekemîn e, lê belê girêdayî komkujiyên berê ye. Her wiha jî bi koçberkirina şêniyên Efrînê û berdewama berxwedana wan a sal û nîvekê, hedefgirtina şêniyan zêde bû."

Hediye Yûsiv der barê bêdengî û nedayîna raya giştî, ji nav jî rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li navçeyê tu helwesteke cidî li ser komkujiya ku li dijî sivîlan pêk hatine, bi paşguhkirin û hevparên komkujî û êrişên li dijî gelê Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bi nav kir.

Hediye wiha berdewam kir: "Şêniyên Efrînê beriya sal û nîvekê di tevahî êş û azaran re li ser xaka xwe ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derbas dibin û di encamê de neçarî koçberiya ber bi Şehbayê ve bûn."

Hediye di dirêjahiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser herêmê ferz kiriye û nehiştina derbasbûna derman û pêdiviyên alîkariya şêniyên Efrînê barê mezin a rejîma Sûriyê der heqê qurbaniyên komkujiyê de ye û her wiha jî bêdeniya wê li ser van sûcan, tê wateya hevpariya bi dagirkerî û hedefgirtina sivîlan re."

Li ser helwesta şêniyên Efrînê endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsiv wiha da zanîn: "Şêniyên ji Efrînê yên li Şehbayê mane bi rihê netewe û şoreşgerî mane û li ber xwe didin tu kes nikare vîna wan bişikîne. Her wiha jî israr û vîna wan bi hedef û daxwazên rizgarkirina Efrînê û vegera warên wan zêde dibe û dê bi wê rihê li ber xwe bidin."

Di dawiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hediye Yûsiv bang li rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar ên girêdayî mafên mirovan û zarokan kir ku lêpirsîna Erdogan li ser dijminatî û kiryarên wê bi mafên şêniyên herêmê de pêk bînin û sînorekî lez jê re deynin û jiyana sivîlên li Şehbayê rizgar bikin.

(fr)

ANHA