Misr, Behrên û Îmarat: Qeter li ser ewlehiya herêmê xeter e

Misr, Behrên û Îmaratê kiriyarên Qeterê şermezar kirin û destnîşan kirin ku Qeter destekê dide terorê û terorîstan, her wiha bi dewleteke xeternak li ser ewlehiya Kendav û herêmê bi nav kirin.

Misr, Behrên û Îmarat: Qeter li ser ewlehiya herêmê xeter e
2 kanûn, 2019   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Misr Emced Ebdulxefar li pêşberî Dadgeha Navdewletî diyar kir ku biryara Misr a qutkirina têkiliyan bi Qeterê re  ji ber îsrara rejîma Qeterê ya di helwesta xwe de  ya dijber û destekdayîna wa bi rêxistinên terorîst re di ser de Îxwan de hat.

Li gorî Rojnameya Youm 7 a Misrê, nûnerê Misirê, Qeterê bi peydakirina cihê ewle ji komên Îxwan El-Muslimîn û propogendaya El-Qaîde û DAIŞ‘ê û destekdayîna bi çalakiyên terorîst li Sînayê tewanbar kir. Ebdulxefar got, Qahîre gelek carana îsrara Qeterê ya destwerdana di karûbarên hundirîn ê Misir û dewletên herêmê de diyar kirbû ku ewlehiya netewî ya erebî dixe xeteriyê.

Nûnerê Misrê Emced Ebdulxefar wiha domand: "Ti dewlet ji nêzîkatiyên Qeterê nefiltiye, di sala 2013‘an bi milyonan misrî li dijî hikûmeta Îxwam El-Muslimîn rabûn. Di dema aloziyan de Kenala Mubaşer Misr bûbû dengê tundî û alava belavkirina nehezkirin û şidetê."

Nûnerê Behrên jî li pêşiya Dadgeha Navdewletî axivî û diyar kir ku Qeter sozên xwe yên bi Riyadê re pêk ne anîn û destnîşan kir ku ev kiriyar xeter in nabe li hemberî wê neyê rawestandin, divê bê teredud biryar were girtin. Nûnerê Behrênê bi bîr xist ku Dewha ti hewldaneke cidî ji bo mûzakereyan û çareserkirina nakokiyên girêdayî peymana derbasbûna esmanî û peymana Chicago nekiriye û got "Ev nakokî girêdayî rakirina dozê li pêşiya Meclisa Balafiran e."

Her wiha daxuyakirin Qeter sala 2017‘an bi hinceta fidyeyê bi sedan milyon dolar dane terorîstan, erka destpêkê ya dadgehê ne girêdayî balafiran sivîlan, lê belê rawestandina destekdayîna Qeter a bi terorîstan re ye.

Sefîra Îmaratê ya li Hollandayê Hesa El-Uteyba li pêşiya dadgehê gotin, tedbîrên girêdayî girtina qada esmanî li pêşiya balafirên Qeterê ji bo parastina ewlehiya netewî ye û got "Qeter sozên xwe yên qanûnî ku li ser îmze kiriye, jê peymanên Riyadê bi cih ne anîne û hewl dide ji erkên xwe yên navdewletî yên rawestandina desteka xwe ya bi komên terorîst û hewandina terorîstan bireve, li aliyekî din ragihandina xwe ji bo belvakirina fikrê terost û tundraw bi kar tîne."