Bi rasthatina nakokiya bi Washingtonê re, Rûsya têvedana gazê ya Çînê ava dike

Îro serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevalbendê wî Xî Jînpîng dest bi avakirina derbaskirina gaza Rûsyayê ber bi Çînê ve bi rêya boriyên "Siberian power" di demekê de ku di navbera Çîn û DYA’yê de nakokî bilind bûne, kir.

Bi rasthatina nakokiya bi Washingtonê re, Rûsya têvedana gazê ya Çînê ava dike
2 kanûn, 2019   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê ragihand ku bûyereke girîng di sûka enerjiya cîhanî de û ji gelên Rûsya û Çînê re pêk hat.

Ji aliyê xwe ve jî serokê Çînê kêfxweşiya xwe li ser avakirina projeyê anî ziman û piştrast kir ku projeya mezin şahidê têkiliyên stratejîk û hevkariya di navbera Rûsya û Çînê de ye.

Kremlîn di demeke berê de ragihandibû ku îro dê her du serok "Siberian power" bi rêya pira televîzyonê ava bike.

Şîrketa Rûsyayê "Gazprom" di dawiya Gulana 2014’an de bi şîrketa petrolê ya nîştimanî ya Çînê re peymana derçûyîna gaza Rûsya ji Çînê re bi rêya korîdora rojhilat heta 30 salî, îmze kiribû.

Têkiliyên di navbera Rûsya û Çînê de di hema dema ku di navbera Çîn û DYA’yê de nakokî li ser paşxaneya qanûna Amerîkayê ya piştevaniya xwepêşandêrên li Çînê zêde bûn de, pêk hatin.

Li gorî berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chunying ku ji rojnameya Pekînê re daxuyandî, hikumeta Çînê li ser Rêxistina Human Rights Watch(HRW) a ne fermî ku navenda wê li DYA’yê ye, ceza bi tawana piştevaniya çalakiyên xwepêşandêrên tundraw ên li Hong Kong, ferz kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Çînê îro got lêvegera daxwazên pêşkêşkirî ji keştî û balafirên artêşa Amerîkayê yên der barê serdana Hong Kongê de, da ku bersivê bide biryara senatorên Amerîkayê ya rewabûna piştevaniya xwepêşandêrên li bajarê Pekînê, taloq kiriye.

(fr)

ANHA