Konslosa Îran a li Necefê careke din hate şewitandin

Xwepêşandarên Iraqê cara duyem konslosa Îranê ya li bajarê Necef a Iraqê şewitandin.

Konslosa Îran a li Necefê careke din hate şewitandin
1 kanûn, 2019   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdîriyeta Parastinê ya Parêzgeha Necef di daxuyaniyekê de ragihand ku konslosa Îranê ya li Necefê cara duyemîn tê şewitandin û daxuyakirin ku şewat ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve tê tefandin.

Êvara 27‘ê Mijdarê jî komeke xwepêşdaran konslosa Îran a li Necefê şewitandibûn.

Wezareta Derve ya Îraqê şewitandina konslosê bi tundî şermezar kir. Îran jî bi zimanekî tundî bangî sefîrê Iraqê kir.

Xwepêşandarên li gelek bajarên Iraqê li dijî gendelî û rewşa aborî ya nebaş didome.