Mijarên rojanameyên Erebî yên di nava hefteyekê de

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser binkeftina civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê, aloziya li Iraq û Lubnên, her wiha lihevkirinên Sîrac bi Tirkiyê re.

Mijarên rojanameyên Erebî yên di nava hefteyekê de
1 kanûn, 2019   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hinek mijarên rojnameyên Erebî yên ku di hefteya derbasbûyî de derketin pêş ev in;

EL-EREB: XEBATÊN KOMÎTEYA DESTÛRÎ YA SÛRÎ LI SER NAKOKIYAN BIDAWÎ BÛ

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa gelek mijarên der barê rewşa Sûriyê de kir ji wan têkçûna "komîteya destûrî". Di vê der barê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Aliyên Sûrî ji rejîm, opozisyon û rêxistinênê civaka sivîl roja Înê der barê lihevkirina li ser lîsteya xebatên desteya biçûk a komîteya destûrî, bi binketin. Ji ber wê jî lidarxistina wê di roja dawî ji xebatan di beşa duyemîn li Genev, têk çû."

Şandeya rejîmê ji navenda NY`yê ya li Geneve di destpêkê de derket û paşê şandeyên din jî derketin. Bêyî ku erêkirina komîteya destûrî ya desteya biçûk ku ji 45 endaman pêk tê.

Heta niha dema nû ya gera komîteyê ku berê di 16`ê Kanûnê de diyar kiribû, nehatiye diyarkirin.

EL-EREB: DAN Û STANDINÊN KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA SÛRIYÊ GARANTIYA "LÎSTIKA NAVNETEWEYΔ YE

Rojnameyên Erebî behsa rewşa Sûriyê bi gelek mijaran kir, a girîng jî binkeftina komîteya destûrê ye û di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Bi sedema nakokiyên di navbera rejîm û opozîsyonê de li ser ajandeyên wê, lidarxistina civînên komîteya destûrê ya Sûriyê li Cinêvê roja sêşemê li gel hewldana navneteweyî ya nêzbûna nêrînên wan, tevlihev bû."

Navbeynkarên dîplomasiyê ragihand ku gihandina lihevkirina Sûrî-Sûrî der barê encamên guhartinên destûrî yan jî destûra nû de nûnertiya çareseriya dawî ya aloziya welêt nake, lê belê dê ber bi kedên destpêkê yên çareserkirinê ve bibe. Bi wê re jî û li gorî van navbeynkaran, Şam û piştgira wê Rûsya diyar e lez nakin ku veguhastinê watedar bikin ku tevahî sûrî pê bawer bikin.

Çavdêran der barê xebata destûrê de bal kişand ser ku avakirina komîteya destûrê bi sedema destwerdana tevahî aliyên nakok ên herêmî û navdewletî di lihevkirina li ser endaman de. Her wiha ragihandina vê komîteyê jî, tê wateya derbasbûna di lîstikên nû re bi hedefa jirêderxistina çi çareseriya hundirîn ên li Sûriyê ne. Çavdêran da zanîn ku zehmet e ku ev komîte astengiyên çêkirî beriya ku "lîstika navneteweyî" li tevahî herêmê bê nexşekirin, derbas bibe û her wiha jî beriya formkirina "rejîma herêmî" ya nû li herêmê.

ŞERQ EL-EWSET: HERÎRÎ LI DERVEYÎ PÊŞBIRKÊ YE Û GOK DI YARÎGEHA EWN DE YE

Der heqê rewşa Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha da zanîn: "Serokê hikumetê yên Lubnanê yê îstîfa kirî Seed El-Herîrî gok avêt yarîgeha serokkomar Mîşêl Ewn. Bi wê re jî biryar da ku serokatiya hikumetê ya pêş qebûl nake û bi "Hîma ne tenê ez, lê belê yek din" nav kir. Herîrî wiha daxuyand: "Rewşa înkarkirinê dest pê kir ku ji pêşniyarên min ên çareseriyê hinceta redkirina guhdarkirina li daxwazên gel ên rastîn  berdewam bikin"  û hilgirtina barê berpirsiyartiyê, red kir.

ÎMARAT EL-YEWM: SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ ÎSTÎFAYA XWE JI PARLAMENTOYÊ RE RAGIHAND

Der barê Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yewm wiha nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî israra îstîfaya xwe piştî vexwendnameya Lêvegera Şîî ya Bilind a Iraqê Ayetullah Elî El-Sîstanî ya di xitbeya nimêja înê ya duh de, ragihand. Di nimêja înê de El-Sîstanî anî ziman ku divê Meclisa Parlamenterên Iraqê baweriyê ji hikumetê piştî rojek ji xwepêşandanên 2 mehan ên bênavber ku tê de zêde xwîn hatiye rijandin, bikişîne."

EL-EREB: EL-SÎRAC EWLEHIYA LÎBYAYÊ BI PEYMANEKE LEŞKERÎ YA VEŞARTÎ BI TIRKIYÊ RE GARANTÎ DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Peymana leşkerî û ewlehî ya ku serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Sîrac bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re îmze kiriye, mijarên nû li ser dosyaya Lîbyayê di nava hêrsa gel de ji peymana ku dihêla Enqere rewşên Lîbya, xak û ava herêmê bêyî destûra wê binpê bike, ferz kir."

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku pêncşemê hikumeta El-Wîfaq peymaneke leşkerî ya nû bi dewleta Tirk ku piştevanê sereke di nakokiya bi artêşa nîştimanî ya bi serkêşiya Muşîr Xelîfa Hefter re, îmze kir.

Nezelalbûnek der barê peymanê û bendên wê de heta niha heye. Ev jî metirsiyek der heqê rêvekirina li hember destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk a eşkere ji bo parastina milîsên çekdar li Terablusê de pêk tîne. Her wiha piştî zêdekirina fişarên navdewletî li ser Enqereyê ya rawestandina piştevaniya milîsan a çek û firokeyên bêpîlot, pêk hat.

Çavkaniyên siyasî û gelêrî yên Lîbyayê li ser peymanê, ku parçebûna Lîbyayê rewa dike û garantiya parçeyekê ji xaka wê ji dewleta Tirk re ya ku destwerdana leşkerî di gelek aliyan de ranawestîne, hişyarî da.

EL-BEYAN: S-400 ÊN TIRKIYÊ, TEVLIHEVIYEKE ŞERMÎNÎ DI RÊVEBERIYA TRUMP DE ÇÊKIR KU CEZAYAN NEBIRE

Her wiha rojnemeya El-Beyan wiha nivîsand: "Tirkiyê di xurtkirina têkiliyên xwe yên leşkerî bi Rûsya re di çarçoveya girtina sîstema S-400’an de dimeşe, hemû hişyarên Amerîka paşguh kiriNe, ev yek jî dibe ku zexta Kongresê li ser serokê Amerîka Donald Trump ji bo ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê zêde bike, ku Trump heta niha hewl dide wê yekê derbas bike.

Ajansa çapemeniyê ya Rûsyayê li ser zimanê Alexander Mikhev serokê şirketa Rosoboronexport a derxistina çekan ragihand ku Rûsya hêvî dike ku peymaneke nû bi Tirkiyê re îmze bike da ku hinekî din ji sîstemên S-400’an di nêviyê sala bê de pêşkêşî Tirkiyê bike.”