Rûspiyên eşîrên Ereb: Hedefa dewleta Tirk a dagirkirinê heta Mûsilê ye

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqayê dagirkeriya xaka Sûriyê red kir û piştrast kir ku li rex QSD’ê di şerê rizgarkirina tevahî erdnîgariya Sûriyê de ne.

Rûspiyên eşîrên Ereb: Hedefa dewleta Tirk a dagirkirinê heta Mûsilê ye
29 mijdar, 2019   07:37
REQA-EMAR XELEF-SARA BOZAN

Rûspiyên Ereb bêdengiya navdewletî li hember sûcên şer û binpêkirinên bi mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên, şermezar kirin.

Şêxê eşîra El-Emor a Reqayê Mihemed El-Umer li ser armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên dîtir li herêmên berê ku bi alîkariya DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk anîne, piştrast kir dewleta Tirk dixwaze erdnîgariya Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike. Her wiha jî hedefa wê heta Mûsil a Iraqê û nexşekirina Mîsaqî Millî ya beriya sed salan e.

El-Umer piştrast kir ku destwerdana dewleta Tirk, aloziya Sûriyê girêktir kir û aliyên nakok lê zêde bûn û temenê wê dirêjtir kir û bi sed hezaran şêniyên sivîl bûn qurbanî. Li aliyekî din jî El-Umer mixabîniya xwe der barê bêdengiya navdewletî li ser kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê anî ziman.

El-Umer bal kişand ser ku bikaranîna dewleta Tirk a çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi armanca berdewama şerê li Sûriyê, sûdgirtina ji wan çeteyan û qirkirina tevahî gel û afirandina pêkhate û gelên dîtir ku ji dewleta Tirk re bibin kole û xizmeta berjewendiyên wê li herêmê bikin.

Şêxê qebîleya El-Welde; Husên El-Rehal jî îşaret pê kir ku koçberkirina bi hezaran şêniyên sivîl ji bajar û gundên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne tiştekî ecêb e, ji ber dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya herêmê biguherîne û tirkkirina herêmên di bin serweriya wê de pêk bîne. Wek çawa li Efrîn, Cerablus, Ezaz û Babê kiriye û her wiha jî niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dagir kirine, qirêjiyên xwe pêk tînin.

El-Rehal da zanîn ku pirsgirêka koçberan heke sînorek ji bêserûberiya dewleta Tirk, DAIŞ û Cebhet El-Nusra re nehat danîn, dê bibe krîzeke mezin. Her wiha jî divê komkujiyên bi mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên jî bên rawestandin.  Heke li hember binpêkirinên dagirkeriyê nehat sekinandin, herêm dê di karaseteke mirovî ya rastîn re ku di dîrokê de nebûye, derbas bibe.

El-Umer bang li yekparebûnê li hember dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide Sûriyê careke din dagir bike, kir.

(fr)

ANHA