Çeteyên Tirkiyê derketin xwepêşandanê, xwestin vegerin Idlibê

Çeteyên koma "Cebha El-Şamiya" li deriyê sînor ê Girê Spî xwepêşandan li dar xistin, ji dagirkeriya Tirk xwestin wan vegerînin Idlibê.

Çeteyên Tirkiyê derketin xwepêşandanê, xwestin vegerin Idlibê
28 mijdar, 2019   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji ANHA‘yê ragihandin ku çeteyên koma "Cebha El-Şamiya" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker vê êvarê li deriyê sînor ê Girê Spî xwepêşandan li dar xistin, ji Tirkiyê xwestin van vegerînin Idlibê.

Çavkaniyan diyar kirin ku Tirkiyê deriyê sînor li pêşiyan wan girtin.

Çavkaniyan dane xuyakirin ku piştî girtina derî, çeteyan li çerxerêya Şaredariyê ya navenda bajêr kom bûn, li vir di navbera çeteyan de bi xwe şer derket, bi kêmanî du çete hatin kuştin.

ANHA