Kovarek amerîkî:Çeteyên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, armanca wan talanî ye

Kovareke amerîkî piştrast kir ku çeteyên li Sûriyê yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, girêdayî komên çeteyan ên berê niha ne, di gel armanca wan ji şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê dizî û talankirine.

Kovarek amerîkî:Çeteyên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, armanca wan talanî ye
28 mijdar, 2019   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara New York Review of Books a amerîkî gotara nivîskar û endama peymangeha lêkolînên siyasî ya derve Elizabeth Tsurkov, belav kir û tê de diyar kir  ku çeteyên li Sûriyê girêdayî komên çeteyan ên berî niha ne û tenê ji peran tevlî şeran bûne.

Elizabeth Tsurkov di gotara xwe de wiha parve kiriye, dewleta Tirk xwe spartiye çeteyên berê li Sûriyê e û hin çeteyan piştgiriya xwe ji fermandarên operasyonên leşkerî yên ku îstixbarata navendî ya Amerîkayê bi rê ve dibe û bernameyên perwerdê yên girêdayî wezareta parastina amerîkî werdigirtin.

Elizabeth wiha dewam kir: “Dewleta Tirk her meh 50 hezar dolar dida şervanan, ev jî têra debarê nedikir ji ber vê yekê şervan bi karê talankirinê radibûn.”

Elizabeth Tsurkov ser zimanê şervanekî di nava koma Lîwaa Mutesim ku girêdayî komên çeteyan ên artêşa Wetenî ne, ragihand ku hin şervan madeyên hişbir bi kar tînin û kujer in.

Gotarê bal kişand ser ku çete ji ber li herêmên derbas dibinê kiryarên hovane pêk tînin, giraniya xwe ya ku di sala 2011`an de wenda dikin û bûn çeteyên Tirkiyê.

 (eh)