QSD`ê encamên roja 49`an a berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên roja 49`an a berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD`ê encamên roja 49`an a berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin
27 mijdar, 2019   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî QSD`ê encamên roja 49’an wiha ne:

"Tevgera balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li seranserê herêmê berdewam kir.

EBÛ RASÊN

Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundê Ing El-Hewa. Her wiha tevgera balafirên bêmirov, bê navber berdewam kir.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîş birin ser gundên Sêgiro û Dibsê û hewl da qadên nû dagir bike. Dîsa li nêzî herêma Qiz Alî artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser gundên Zenûba û Xirbet Faris û hewl da herêmê dagir bikin."