Mijarên rojnameyên erebî – 27 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro behsa binketina komîteya destûrê, rewşa siyasî ya Lubnanê û nakokiya di navbera Washington û Enqereyê de kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 27 Mijdar
27 mijdar, 2019   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: DAN Û STANDINÊN KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA SÛRIYÊ GARANTIYA "LÎSTIKA NAVNETEWEYΔ YE

Rojnameyên erebî behsa rewşa Sûriyê bi gelek mijaran kir, a girîng jî binkeftina komîteya destûrê ye û di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Bi sedema nakokiyên di navbera rejîm û opozîsyonê de li ser ajandeyên wê, lidarxistina civînên komîteya destûrê ya Sûriyê li Cinêvê roja sêşemê li gel hewldana navneteweyî ya nêzbûna nêrînên wan, tevlihev bû."

Navbeynkarên dîplomasiyê ragihand ku gihandina lihevkirina Sûrî-Sûrî der barê encamên guhartinên destûrî yan jî destûra nû de nûnertiya çareseriya dawî ya aloziya welêt nake, lê belê dê ber bi kedên destpêkê yên çareserkirinê ve bibe. Bi wê re jî û li gorî van navbeynkaran, Şam û piştgira wê Rûsya diyar e lez nakin ku veguhastinê watedar bikin ku tevahî sûrî pê bawer bikin.

Çavdêran der barê xebata destûrê de bal kişand ser ku avakirina komîteya destûrê bi sedema destwerdana tevahî aliyên nakok ên herêmî û navdewletî di lihevkirina li ser endaman de. Her wiha ragihandina vê komîteyê jî, tê wateya derbasbûna di lîstikên nû re bi hedefa jirêderxistina çi çareseriya hundirîn ên li Sûriyê ne. Çavdêran da zanîn ku zehmet e ku ev komîte astengiyên çêkirî beriya ku "lîstika navneteweyî" li tevahî herêmê bê nexşekirin, derbas bibe û her wiha jî beriya formkirina "rejîma herêmî" ya nû li herêmê.

Analîzvan texmîn dikin ku di nêrîna Moskovê de li gorî nîqaşa wê bi paytextên cîhanê re, çi pêşketin ku çêbin divê bikevin xizmeta Şamê û şande di hundirê komîteya destûrê de hebe. Bi wê re jî bingehên Şamê yên berê yên nîqaşê heke Rûsya biryara parastinê bi awayekî cidî stand ku li hember destûrê bi girêbesteke mezin bisekine, erê ne ji hilweşandinê re.

ŞERQ EL-EWSET: HERÎRÎ LI DERVEYÎ PÊŞBIRKÊ YE Û GOK DI YARÎGEHA UN DE YE

Der heqê rewşa Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha da zanîn: "Serokê hikumetê yên Lubnanê yê îstîfa kirî Seed El-Herîrî gok avêt yarîgeha serokkomar Mîşêl Un. Bi wê re jî biryar da ku serokatiya hikumetê ya pêş qebûl nake û bi "Hîma ne tenê ez, lê belê yek din" nav kir. Herîrî wiha daxuyand: "Rewşa înkarkirinê dest pê kir ku ji pêşniyarên min ên çareseriyê hinceta redkirina guhdarkirina li daxwazên gel ên rastîn  berdewam bikin"  û hilgirtina barê berpirsiyartiyê, red kir.

ÎMARAT EL-YEWM: RÊ HÎN GIRTÎ NE Û ŞER DI NAVBERA EWLEHÎ Û XWEPÊŞANDÊRÊN LI IRAQÊ DE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnemeya Îmarat El-Yewm wiha got: " Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, şer di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û xwepêşandêran de li gelek cihan berdewam dike, şahidan duh diyar kir ku 2 xwepêşandêr di şerê li Bexdayê de hatin kuştin. Her wiha xwepêşandêrek li Kerbelayê hate kuştin."

Şer di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran de li qada Hafiz El-Qadî û El-Wesbê li kolana El-Reşîd li Bexdayê rû da, şahidan gotin ku li parêzgeha El-Semawê li çolistana başurê Iraqê tevliheviya ewlehiyê rû da. Hêzên ewlehiyê gule reşandin û gaza rondikrij avêtin da ku xwepêşandêrên ku hemû kolan kontrol kiribûn û bi dehan dolap şewitandin, belav bikin."

EL-EREB: QETER JI BINXISTINA ESED BER BI DESTEKA PROJEYÊN ERDOGAN VE ÇÛ

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha da zanîn: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku Qeter amade ye ku desteka herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Bi wê re jî piştevaniya Dewhayê ya siyasî û çapemeniyê derbasî piştgiriya madî ya pêkanîna projeyên Enqereyê ya dagirkirina erdnîgariya li wê herêmê eşkere dike.

Gelek kes dibînin ku armanca sereke ya Tirkiyê ji avakirina wê herêmê, rastkirina şaşiyên dîrokî ye, ku Tirkiyê Bakurê Sûriyê ji parêzgeha Helebê û heta Hesekê herêma xwe dibîne, ku di hilweşandina Osmaniyan de ji hev ket û niha dema vegerandina wê ye.”

EL-BEYAN: S-400 ÊN TIRKIYÊ, TEVLIHEVIYEKE ŞERMÎNÎ DI RÊVEBERIYA TRUMP DE ÇÊKIR KU CEZAYAN NEBIRE

Her wiha rojnemeya El-Beyan wiha nivîsand: "Tirkiyê di xurtkirina têkiliyên xwe yên leşkerî bi Rûsya re di çarçoveya girtina sîstema S-400’AN de dimeşe, hemû hişyarên Amerîka paşguh kiriNe, ev yek jî dibe ku zexta Kongresê li ser serokê Amerîka Donald Trump ji bo ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê zêde bike, ku Trump heta niha hewl dide wê yekê derbas bike.

Ajansa çapemeniyê ya Rûsyayê li ser zimanê Alexander Mikhev serokê şirketa Rosoboronexport a derxistina çekan ragihand ku Rûsya hêvî dike ku peymaneke nû bi Tirkiyê re îmze bike da ku hinekî din ji sîstemên S-400’an di nêviyê sala bê de pêşkêşî Tirkiyê bike.”

(fr-jo)