‘Me hewldana reva 635 DAIŞ`î vala derxist’

Li gorî berpirsên kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji destpêka êrişên dagirkeriya Tirk ve hewdanên revê yên zêdetirî 635 kesan ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê hatin pûçkirin. Rayedarên leşkerî destnîşan kirin ku rewşa kampa Holê hîna tev li hev e û dibe ku di kijan kêliyê de ji kontrolê derkeve.

‘Me hewldana reva 635 DAIŞ`î vala derxist’
27 mijdar, 2019   09:00
HESEKÊ –EHMED MIHEMED

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorek neyînî mezin li şerê li dijî DAIŞ`ê kir, bi taybet di aliyê kontrolkirina girtîgehan û kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê. Li gorî şîrovekerên leşkerî û siyasî û rayedarên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ`ê êrişên Tirkiyê zemînek ji bo vegere DAIŞ`ê ava kir.

Ji bo naskirina bandora êrişa Tirkiyê yên li ser herêmê û kampên malbatên DAIŞ`ê û rewşa dawî ya li kampan berpirsa Hêzên Ewlehî ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê Roj Hesen ji ajansa me re axivî.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê armanca ku ewlehiya herêmê têk bibe û xebatên QSD‘ê yên parastina kamp û girtîgên çeteyan asteng bike, her wiha ji bo çeteyên DAIŞ‘ê birevînin, êriş birin ser kamp û girtîngehên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Roj di destpêka axaftina xwe de got: "Ji destpêkê ve me di raporên xwe yên ewlehî de û ji tevahiya cîhanê re asta xeteriya kampên malbatên çeteyên DAIŞ û girtîgehên endamên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser herêmê û cîhanê, her wiha asta xeteriya wan eger herêm rastî êrişeke leşkerî were da xuyarkirin. "

Roj behsa  yekemîn kampa ku ji bin kontrola wan derketiya kir û got: "Bandora êrişa Tirkiyê li herêmê mezin e. Kampa Eyn Îsayê ji bin kontrola me derket. Di encamê de tevahiya malbatên DAIŞ`ê  ku koşeyek di nav kampê de jê re hatibû diyarkirin reviyan. Me derdora 60 heya 70 jinên DAIŞ`î tenê girtin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku 250 malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ji kampê derxînin di 13`ê Cotmehê de bi balafiran û çekên giran êrişî kampa Eyn Îsayê kirin. Dagirkerî bi zanabûn bi rêya şaneyên xwe yên veşartî û endamên çeteyên di nav kampê de agir bi kampê xistin.

Roj balkişand ku rewşa kampên din ên malbatên DAIŞ`ê ji ya Eyn Îsayê ne baştir bû û wiha domand: "Rewş li kampa Roj li navçeya Dêrikê û kampa Holêya  li bajarê Hesekê bi destpêkirina êrişên Tirkiyê re tev li hev bûn. Malbatên DAIŞ`ê wisa kirin ji bo ku sûd ji êrişê bigirin û birevin û careke din xwe li derveyî kampê birêxistin bikin."

Têkildarî bûyerên tevliheviyê ku di nav kampa Holê de rû dane Roj got: "Jinên DAIŞ`ê di nav kampê de bi awayekî komî xwe bi rêxistin kirin ji bo ku birevin, piştî ku hewldanên wan beriya êrişa Tirkiyê tekekesî bûn."

Roj destnîşan ku ji destpêka êrişa Tirkiyê ve hêzên ewlehî yên kampan 365 hewldanên reva ji kampê yên jinên DAIŞ û zarokên wan pûç bike. Di nav wan jinan de jinên sûrî û biyanî hebû. Her wiha hêzê kesên bûyerên revînê ji hundirê kampê hêsan kirine girtin.

Girêdayî rewşa kampê ya heyî û asta xeteriya wê rewşê, Roj destnîşan kir ku xeterî hîna heye, hewldanên jinên DAIŞ`ê yên derketina ji kampê didome.

Roj diyar kir ku di hin caran de jinên DAIŞ`î xwepêşendarên piştgiriya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dar dixin û wiha domand: "Jinên DAIŞ`î zarokên xwe li ser fikrê tundrew perwer dikin. Bûyerên qetilkirina koçber û penaberan ji hêla jinên DAIŞ`ê ve ranewestîne. Rojane hewldanên revînê çêdibin. Xeteriya kampa Holê heye û di kijan kêliyê de dibe ku ji kontrolê derkeve. Encamên revîna wan ji ber îdeolojiyan wan a tekfîrî wê li ser mirovahiyê gelek mezin bin."

(şx)

ANHA