Artêşa Tirk û çete hêza xwe li aliyê Eyn Îsayê kom dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêza xwe li aliyê gundê Xalidiyê û bakurê kampa Eyn Îsayê kom dikin.

Artêşa Tirk û çete hêza xwe li aliyê Eyn Îsayê kom dikin
26 mijdar, 2019   06:55
EYN ÎSA

Li kampa navçeya Eyn Îsa, nexasim li aliyê gundê Xalidiyê û bakurê kampê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêza xwe kom dikin.

Di heman demê de, balafirên keşfê jî li ser navçeya Eyn Îsa û li ser Rêya M4 a navneteweyî di navbera Çelebiyê û bajarê Eyn Îsa û aliyê gundê Şergirakê de digerin.

ANHA