Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin

Komîteya Aborî û Çandiniyê bi hevkariya şêniyên Efrînê re, dest bi berhevkirina hilberîna patatan a li kantona Şehba hatiye çandin kirin, dê hilberîn li ser şêniyên Efrînê yên rastî ambargoyê hatine, bê belavkirin.

Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
Şêniyên Efrînê bi derfetên kêm ambargoya hatiye ferzkirin, dişkînin
26 mijdar, 2019   06:25
ŞEHBA – FÎRAS ÎBARAHÎM

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ji bo şikandina ambargoya hatiye ferzkirin hewil dide bi derfetên heyî û berhemanîna hilberînên xwecihî ambargoyê têk bibe . Ji aliyekî ve rejîma Sûriyê û ji aliyê din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê ambargo ferz dikin.

Rêveberiya Xweser di vê çarçovê de zeviyên çandiniyê li şêniyan belav dike da ku biçînin û sûdê ji hilberîna wê bigrin, her wiha derfetên kar ji şêniyan re were peydakirin. 

Li ser vê esasê, Komîteya Aborî û Çandiniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, bi qasî 60 donim erd li herêmê bi pateta çandibûn, da ku ji aboriya xwecihî re bibe destek. 

Niha jî komîteyê bi hevkariya şêniyan re dest bi berhevkirina vê hilberîna patetê kirine, li got rêvebirên komîteyê dê berhema patetê bigihêje nêzî 150 ton patete.

Ji şêniyên Efrînê derdora 250 kes di xebatên berhevkirina hilberîna patetê de dixebitin. Xebatên berhevkirinê ji saet 08:00 sibehan dest pê dike heya 15:00 êvaran bi dawî dibe û her karmendek bi qasî 2 hezar û 500 L.s werdigrin.

Rêveberên komîteyê dane zanîn ku hilberîna patetê di rêya komîn û meclîsan re li gor hejmara kesên malbatê dê li ser şêniyên Efrînê yên li navçeyên Kantona Şehba, navçeya Şêrewa û kampên Berxwedan, Serdem, Efrîn, Veger (El-Ewde) û Şehba, werin belavkirin.

Ji rêvebirên Komîteya Aborî û Çandniyê endezyar Basim Osman ji ANHA`yê re destnîşan kir ku`` Îro hilberîna patetê tê berhevkirin, li gor salên derbasbûyî başe, bi vê yekê derfetên kar jî li pêş şêniyan tê vekirin û emê di demên pêş de hilberînê li ser şêniyan belav bikin.``

Fîdan Osman yek ji karmendên berhevkirina hilberîna patetê ye, da xuyakirin ku komîteya Aborî û Çandiniyê derfetên kar lipêş wan vekirine da ku pêdiviyên rojane bên peydakirin û got ku ew spasiya komîteya Aborî û Çandiniyê dike bi derfetên kêm alîkariya wan dikin.

Fîdanê got ku wan pêştir jî hilberîna sebzeya berhev kirine û komîteyê hilberîn li şêniyan belav kirine.

Karmenda bi navê Emel Ebdo jî got:`` Em li kantona Şehba ji ber ambargoya giran di şert û mercên dijwar re derbas dibin, ji aliyekî ve rejîma sûriyê ambargoyê pêk tîne û ji aliyê din ve jî binpêkirin û topbaranên bê navber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê li ser herêmên niştecihê yên Kantona Şehba û Navçrya Şêrewa ye.``

Emel Ebdo da zanîn ku rêxistinên navdewletî li hemberî şêniyên Efrînê û koçberên kampan û peydakirina pêdiviyên rojane ji koçberan re bê deng in û got:`` Em bi xebatên berhevkirinê kêfxweşin û spasiya komîteya Aborî û Çandiniyê dikin, alîkariya me kirine.``

(rr/bm)

ANHA