‘Tundiya li dijî jinê tundiya li dijî mirovahiyê ye‘

Endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê gotin, artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de xwest îradeya jina azad bike hedef û teqez kirin ku şideta li dijî jinan şideta li dijî mirovahiyê ye.

‘Tundiya li dijî jinê tundiya li dijî mirovahiyê ye‘
25 mijdar, 2019   06:48
HELEB- SOLÎN REŞÎD – HENAN MIHEMED

Endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê nêrînê xwe yên der barê 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de ji ajansa me re anîn ziman.

Buharîn Sîno anî ziman ku şideta li jinan hîna berdewam e û got "Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest îradeya jina azad bike hedef. Em jin em ê li hemberî êrişan bisekinin û planên dagirkeran têk bibin."

Ehmed Xanî destnîşan kir ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin, ji ber vê yekê artêşa Tirk di êrişên xwe de jina azad kir hedef.

Xanî got artêşa Tirk li dijî jinan sûcên hovane pêk anîn, ku hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê dike, li ser van sûcan divê hesab jê were xwestin got, "Jin civakê ava dike û çand zindî kir. Wekî endamên navenda çand û hunerê jin wekî sembola têkoşîna xwe dibînin."

Fatima Ebdo, şideta li dijî jinan tê meşandin şermezar kir û got, şideta li dijî jinan di heman demê de şideta li dijî tevahî mirovahiyê ye  û wiha domand: "Dema şerê diqewimin, dijmin hewl didin di kesayeta jinê de çanda herêmê bikin hedef, ji ber ku jin çanda gel û herêma xwe diparêze."

Fatima doza da ku ew têkoşîna hunerî bidomîne û li hemberî tundiya li ser jinan bisekinin.

Yasmîn Koşan doza şopandina xeta têkoşînê ta rizgarkirina hemû jinan dan.

(bb)

ANHA