Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin

Malbata qurbaniyên komkujiya gundê Qirinfula jorîn kêliyên komkujiyê vegotin bang li rêxistinên hiqûqî û civaka navdewletî kirin ku hesab ji kujeran bixwazin.

Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
Malbata qurbaniyên komkujiya Qirifulê banga hesabxwestinê ji kujeran kirin
21 mijdar, 2019   16:14
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker şevê din bi balafirên kefşê li gundê Qirinfula Jor ê 24 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî komkujiyeke li dijî malbatekê pêk anî. Di encamê de ji malbatekê 2 kes şehîd bûn û 3 jî bi giranî birîndar bûn

Ji malbata Mehmûd Elî Pîre 4 kes li gel kurê metika wan Hecî Ehmed, bi erebeyê ji gundê Salokê berê xwe dane gundê Qirinfilê da ku hin pêdiviyan  û cenatorê xwe ji wir bînin ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefkirin.

Di encama bombebarana balafirê de komkujî rû da û Nîzam Mehmûd Elî Pîre û Hecî Ehmed şehîd bûn û 2 xuşikên Nîzam, Newroz û Roksan ku mamoste bûn û birayekî wan ê bi navê Mihemed bi giranî birîndar bûn.

Xizmên malbatê tevî zehmetiyan qurbanî rakirin, birîndar birin nexweşxaneya Kobanê ji ber rewşa wan a giran  rakirin nexweşxaneya Minbicê û cenazeyên ku hetibûn şewitandin jî rakirin navçerya Çelebiyê. Vê sibehê hedu cenaze li gundê Salokê ya rojavayê navçeya Eyn Îsa hatin veşartin.

Merwan Elî Pîrê birayê Nîzan Pîrê di vê der barê de ji ANHA`yê re got: ‘‘Dagirkeriya dewleta Tirk birayekî min qetil kir û du xuşik û birayekî min jî birîndar kirin. Guneha wan çi ye da ku bibin qurbaniyên hovîtiya Erdogan. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî û Rûsya dikim ku ji Tirkiyê hesab bipirsin û mafê me ji sûcdaran bistînin.‘‘

Merwan destnîşan kir ku ‘‘Cîhan dibîne ku çi rû dide, Tirkiyê birayên min ên sivîl qetil kirin û derdikeve dibêje min terorîst kuştin, birayên min ne terorîst in ew sivîl in û ji jiyanê hez dikirin. Xuşikên min jî mamosteyê dibistanê bûn zarok fêr dikirin, niha xuşikeka min lingê wê hate birîn.‘‘

Kamîreya ajansa me berê xwe daye cihê bûyerê û dîmen girtin. Di dîmenan de detayên hatine dayîn têne tekezkirin ku çawa erebe hatiye hedefgirtin û bermîlê mazotê jî bi parçeyên bombeyan hatiye teqandin.

Di encama komkujiyê de, hin parçeyên canê qurbaniyan li der dorê hatibû belavbûn.

Dayik û bavê qurbaniyan li hemberî komkujiyê ji hal ketibûn, agirê dûrbûnê di dilê wan de gurdibû, û nifir li Erdogan dikirin û digotin;``Erdogan te kezebê me şewitand, îşallah Xweda dilê tejî bişewitîne.``

(rr)

ANHA