Rêveberiya Xweser zarokekî 11 mehî radestî wezareta derve ya Danîmarkê dike

Dayreya Têkliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zarokekî 11 mehî yê sêwî, radestî Nûnertiya Wezareta Derve ya Danîmarkê kir.

Rêveberiya Xweser zarokekî 11 mehî radestî wezareta derve ya Danîmarkê dike
Rêveberiya Xweser zarokekî 11 mehî radestî wezareta derve ya Danîmarkê dike
Rêveberiya Xweser zarokekî 11 mehî radestî wezareta derve ya Danîmarkê dike
Rêveberiya Xweser zarokekî 11 mehî radestî wezareta derve ya Danîmarkê dike
21 mijdar, 2019   06:25
QAMIŞLO

Duh şandeyek ji dewleta Danîmarkê gihêşte deriyê sînorî yê Sêmalka ya nabvera Rojava û Başûrê Kurdistanê. Şande  bi armanca temankirina pêkanînên wergirtina zarokê 11 mehî hatibûn  bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk bînin. Îspat bûye ku zarokê çeteyekî DAIŞ`ê ye ku bi regez Danîmarkî ye.

Şandeya dewleta Danîmarkê ji Nûnerê Wezareta Derve ya Danîmarkê Christopher Vivek, Kordînasyonerê Polîsê Niştimanî yê Danîmarkê Kim Vitessna û bijîşk Henry Staw Serb pêk hatibû.

Şande ji aliyê, Cîgira Hevserokatiya Dayreya Têkliyên Derva ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Elyna, Nûnerê Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz Xalid, Endamên Rêveber ên Dayreya Têkliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîmav Yûsif û Stêr Yûsif û Nûnera Buroya Têkliyên Derve ya YPJ`ê Aytan Îsa, pêk hatibû.

Herdu şandeyan civîke ku ji ragihandinê re girtî bû lidarxistin. Paşê herdu şandeyan protokolek îmze kirin, lê gor wê zarokê bi şîr ê 11 mehî  piştî pişkinînên pêwîst ji aliyê bijîşkê Danîmarkê Staw Serb ve hatin kirin, radestî desthilatdariya Danîmarkê tê kirin.

Nûnerê Wezareta Derve ya Danîmarkê Krystofer Fyfek di agahiyekê de ji ANHA`yê re got ku`` Ev serdan bi kordîneya li gel Dayreya Têkliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re weke erkekî mirovî ji bo wergirtina  zarokê bi şîr, hatiye pêkanîn.``

(rr)

ANHA