‘Ev cara sêyemîn e ku Erdogan me ji malên me dide koçberkirin’

‘‘Ev cara sêyemîn e ku Erdogan me ji malên me dide koçberkirin û malbatên çeteyan tê de bi cih dike. Piraniya taxên bajarê me wêran kir” Bi van gotinan koçberên Serêkaniyê kiryarên Erdogan vedibêjin.

‘Ev cara sêyemîn e ku Erdogan me ji malên me dide koçberkirin’
19 mijdar, 2019   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Artêşa Tirk di êrişên xwe de tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan kir hedef. Armanc jî dagirkirina beşên din ji axa Sûriyê ye û tev li Tirkiyê bike mîna ku li Lîwa Skenderon kiriye û niha li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab û Idlibê dike.

Êrişa Tirkiyê destpêkê li ser bajarên Serêkaniyê û Girê spî bûn. Artêşa Tirk di êrişên xwe de tevahiya çekên giran mîna balafirên şer, topavêj, moşek û heta çekên deqexekirî mîna fosforê spî bi kar anîn. Gelê herêmê dibîne ku ev êriş bi hevkariya Rûsya û Amerîka pêk hat.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ji êrişên çeteyên DAIŞ`ê ne cuda bû tenê cudahî di bikaranîna balafirên şer de bû. Artêşa Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di êrişên xwe de bi kar anîn. Gelek komkujî û darvekirinên meydanî  der heqê gelên herêmê de mîna qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef bi rêbaza DAIŞ`ê  pêk anîn.

Di encama êrişan de bi hezaran şênî ji bajar û gundên xwe koçber bûn û li herêmên ewle li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn. Hinek ji koçberên Serêkaniyê di nav kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirine de dimînin û hinek din jî di nav dibistanan de. Her koçberek çîrokek wî ya bi êş heye.

Bi mereq li benda vegera bajarê xwe ye

Elî El-Seyd ji Serêkaniyê koçber bûye û 70 salî ye. Di dibistanekê de li bajarê Hesekê û di destê xwe de tizbî dikşîne rûniştibû.

El-Seyd ji bajêr di encama topbarana Tirkiyê de ya ku ji 9`ê Cotmehê ve koçber bûye û bi çavên tijî hêstir dibêje: "Beriya roj biçe ava bi saetekê bajêr hate topbarankirin. Em ji bajêr derneketin lê di roja din de topbaran dijwar bû. Ji ber wê em neçar man ji bajêr koçber bibin."

Elî El-Seyd bi mereq li benda vegera bajêr e dibêje: "Mirov tenê li mala xwe vedihese. Zika wî jî tenê li mala wî têr dibe."

Di heman dibistanê de gelek malbatên din hene. Bi wan re hejmarek mezin ji zarokan hene û di nav qada dibistanê û li ser dereceyên qatên wê rû didin. Ji bilî lîskê tiştekî nizanin. Nizanin ku artêşa Tirk a dagirker wan ji mafên xwe yên herî besît mehrûm kiriye.

Cara sêyemîn e ji mala xwe koçber dibe

Firyal Mele Derwîş ji Serêkaniyê koçber bûye. Fêrgehek di dibistanê de amade kir û tê de dimîne. Tevî şertên dijwar lê dîsa bi vînek xurt li berxwe dide. Firyal wiha got: "Me balafirên artêşa Tirk a dagirker li asîmana bajêr dîtin. Destpêkê dora bajêr bombebar kirin. Piştre yekser bajar hate topbarankirin. Ji ber wê em neçar man ji bajêr derkevin."

Firyal di nav vegotina serpêhatiye xwe de got: "Min giyana xwe li bajêr hiştin. Mala min giyana min e. Heta ava bû gelek westiyam. Me tiştek ji mal dernexist. Bûyerên me jiyane mîna xençerê di dilê min de ye. Çima ev bi me re çêdibe? Ev cara sêyemîn e ez ji mala xwe koçber dibim. Her carê em vedigerîn lê tiştek nehîştibû hemû talan kiribûn."

Firyal hêvî kir ku ev şer raweste da ku vegerin malên xwe û wiha got: "Em di nav ewlehiyê de bûn. Çima hemû hewl didin ewlehiya me bihejînin? Çima hewl didin pêşeroja zarokên me wêran bikin?"

Piraniya taxên bajêr hatin topbarankirin

Ciwanê bi navê Mihemed ev tişt diyar kir: "Me nexwest ji bajêr derkevin. lê piraniya taxên bajêr hatin topbarankirin. Piştî ku topek li mala cîrana me ket, tevî zarokan em ji mal derketin. Ez nizanim çi bi malê hatiye. Dibe ku di encama topbaranê de wêran bûye."

Erdogan zarokatiya me wêran kir

Di odeyekê de li rex fêrgeha Firyal Mele Derwîş malbata zarokê bi navê Ocalan Mihemed (9) dimîne. Ocalan bi xwişk û birayên xwe yên biçûk dilîst û çay ji bavê xwe re amade dikir got: "Me ji Erdogan re çi kiriye heta ku êrişî me dike? Em di nav ewlehiyê de bûn. Diçûn  dibistana xwe û tiştek ji me ne kêm bû. Erdogan zarokatiya me wêran kir."

Koçberên Serêkaniyê îdiayên Tirkiyê yên ku bi rêya dazgehên çapemeniyê belav dike girêdayî vegera şêniyên bajarê Serêkaniyê piştî dagirkirina bajêr derewandin û diyar kirin ku dagirkerî malbatên çeteyan di malên wan de bi cih kirine.

(şx)

ANHA