Ji bo vegera şêniyên Efrînê 19 hezar îmze kom kirin

Hejmara îmzeyên ji bo vegera koçberên Efrînê ku partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd li mal û warên xwe kom kirine, gihîştiye nêzî 19 hezar îmzeyan.

Ji bo vegera şêniyên Efrînê 19 hezar îmze kom kirin
Ji bo vegera şêniyên Efrînê 19 hezar îmze kom kirin
18 mijdar, 2019   07:04
HELEB-MIHEMED EBDO – ARIF SILÊMAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, di 6`ê Mijdarê de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Hemle bi armanca vegera şêniyên Efrînê û redkirina binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk li ser şêniyan de ye.

Têkildarî hemleyê berdevkê Komîteya Komkirina Îmzeyan û endamê Rêveber ê Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk şaxê Helebê Bedran Hemo da zanîn ku ji destpêka hemleyê ve karîbûn 18 hezar û 976 îmzeyan kom bikin û got: “Hemle hîna berdewam e heta herî zêde îmzeyan kom dikin.”

Bedran Hemo destnîşan kir, wan 15 komîteyên komkirina îmzeyan ava kirine û armanc ji bo vegera şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne da ku vegerin ser malên xwe û xaka ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin.

Hemo tekez kir ku ew amade ne her xebateke aştiyane bikin li dijî dagirkeriyê û binpêkirin û kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker rawestînin û li hemberî guhertina demografîk rawestin.

Komîte dê îmzeyan radestî konsolxaneya Rûsyayê ya li bajarê Helebê bike.

 (rr)

ANHA