Ruxmî êrişên elektronîk ‘Dirbêsiyê FM’ ragihandina rastiyan dewam dike

Dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû beşên xwe, rojane rastî êrîşên berfireh ên elektronîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên. ‘Dirbêsiyê FM’ jî para xwe ji van êrîşan girt, lê belê xebatkarên wê tekez dikin ku ew ê ragihandina rastiyan berdewam bikin û binpêkirinên dewleta Tirk ji raya giştî re parve bikin.

Ruxmî êrişên elektronîk ‘Dirbêsiyê FM’ ragihandina rastiyan dewam dike
Ruxmî êrişên elektronîk ‘Dirbêsiyê FM’ ragihandina rastiyan dewam dike
Ruxmî êrişên elektronîk ‘Dirbêsiyê FM’ ragihandina rastiyan dewam dike
16 mijdar, 2019   09:11
HESEKÊ-OLVA HAJ MANSÛR

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de, dezgehên çapemeniyê jî ji aliyê amûrên elektronîk ên dewleta Tirk ve rastî êrişên berfireh hatin. Ev êrîş bi armanca veşartina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tên kirin.

Radyoya "Dirbêsiyê FM" yek ji dezgehên çapemeniyê ye ku ji bo ragihandina bûyeran û şopandina şer ji destpêka êrişên dagirkirinê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kar û xebatekî hêja da meşandin. Her wiha bi rêya nûçegihanên xwe karîbû binpêkirinên dewleta Tirk derheqê pêkhateyên herêmê de, ji cîhanê re ragihîne.

Yek ji rêveberên radyoyê Amara Osman, ji ajansa me re tekez kir ku ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê, nûçegihanên wan di cihên şer de amade bûn û pêşveçûn û rastiyên li ser erdê, dişopandin.

Amara diyar kir ku pêla ku radyoyê li ser weşan dikir ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrişek berfireh hat. Dewleta Tirk weşana radyoyê asteng kir û piştre bi temamî da seknandin û li şûna wê nûçeyên bi zimanê Tirkî  li ser frekansa xwe weşan dikir.

Guhertina frekansê û destpêkirina kar li ser frekansa nû

Ekîpa radyoyê ferkansa radyoyê ku 108.00 MHZ bû guhert û weşan li ser frekansa 107.00 MHZ , da destpê kirin. Tevî ku dîsa jî rastî êrişan tê, ekîpa teknîkê hewl dide careke din weşanê vegerîne.

Berpirsê beşa teknîkê Şiyar Sîno îşaret pê kir ku piştî çend rojan ji seknandina weşanê, carek din li ser frekansa nû dest bi weşanê kirin.

Sîno diyar kir ku eger carek din weşan hat rawestandin, ekîpa radyoyê dê nûçeyan li ser malperên tevna civakî yên taybet bi radyoyê, belav bike.

Sîno tekez kir ku ruxmî êrişên barbarî, ew ê karê xwe di ragihandin rastiyan û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker de, dewam bikin.

ANHA