Bazirganên Holê: Her lîreyek li hesabê dewleta Tirk zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyeke fosforê

Şênî û bazirganên navçeya Holê kel û pelên Tirkiyê boykot kirin û bang li Rêveberiya Xweser kir ku di vê derbarê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên pêwîst bigire û piştrast kir ku her lîreyek li hesabê dewleta Tirk zêde bibe, dê bibe bombeyeke fosforê li dijî wan.

Bazirganên Holê: Her lîreyek li hesabê dewleta Tirk zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyeke fosforê
Bazirganên Holê: Her lîreyek li hesabê dewleta Tirk zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyeke fosforê
Bazirganên Holê: Her lîreyek li hesabê dewleta Tirk zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyeke fosforê
Bazirganên Holê: Her lîreyek li hesabê dewleta Tirk zêde bibe, dê li dijî me bibe bombeyeke fosforê
14 mijdar, 2019   10:45
HESEKÊ

Têkildarî beşdariya ji pêngava "Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin" şênî û bazirganên navçeya Holê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da û bang li sazî û rêxistinan kir ku beşdarî pêngavê bibin û kel û pelên dewleta Tirkiyê boykot bikin.

Daxuyaniya bazirganên navçeya Holê wiha ye:

"Piştî artêşa Tirk a faşîst û çeteyên wê di 9’ê Cotmehê de bi armanca koçberkirina gelên herêmê û dagirkirina xaka Sûriyê, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di heman demê kîn û nefreta xwe beramberî pêkhateyên herêmê da ku berjewendiyên xwe bi dest bixe eşkere kir. QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke bêhempa da meşandin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya Berxwedana Rûmetê dikin û bi vê yekê nêrînên xwe der barê şermezarkirina êrişên artêşa Tirk û piştgiriya QSD`ê de anî ziman.

Di vê rewşa hesas de divê kel û pelên dewleta Tirk werin boykotkirin, ji ber ku dewletên Tirk bi hemû saziyên xwe, di nav de yên aborî, piştgiriya êrişan kir. Ji ber vê yekê em wek şênî û bazirganên navçeya Holê, kel û pelên Tirkiyê boykot dikin.

Her wiha bang li Rêveberiya Xweser xwe dikin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kel û pelên dewleta Tirk boykot bikin û di vê derbarê de bergiriyên pêwîst bigirin, ji ber ku her lîreyek derbasî hesabê dewleta Tirk bibe, dê bide bombeyeke fosforê.

Bi navê bazirganên navçeya Holê em bang li sazî û rêxistinan dikin ku beşdarî vê pêngavê bibin û kel û pelên dewleta Tirk boykot bikin. Em baş dizanin ku bi rêya vê pêngavê em ê li dijî artêşa Tirk li ber xwe bidin.

Bazirganiya dewleta Tirk, bazirganiya qirkirinê ye.

Bi pereyên xwe faşîzmê xurt nekin.

Kel û pelên dewleta Tirk, bêhna xwînê jê tê.

Kirîna kel û pelên dewleta Tirk piştgiriya qetilkirina zarokên me ye.

Şehîd namirin. Serkeftin ji QSD`ê re.

Şîfa ji birîndarên me re û na ji Erdogan û çeteyan re."

Daxuyanî bi şewitandina hin kel û pelên dewleta Tirk û sloganên "Na ji êrişên dewleta Tirk re" bi dawî bû.

(eh)