‘Nekarkirina rêxistinên alîkariyê ji koçberan re, barê Rêveberiya Xweser giran dike’

Piraniya rêxistinên navdewletî çalakî û xebatên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema êrişên dewleta Tirk, li ser herêmê rawestandin. Bi wê re jî barekî mezin li ser saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên herêmê çêbû. Li aliyekî din jî Buroya Kar û Barên Mirovî piştrast kir ku wekîlên NY’yê piştî wesîyetên ji hikumeta Sûriyê ji xizmeta koçberan derketin.

‘Nekarkirina rêxistinên alîkariyê ji koçberan re, barê Rêveberiya Xweser giran dike’
14 mijdar, 2019   11:02
EYN ÎSA - EHMED KEMYAN-TIRKÎ EL-XALID

Gelek rêxistinên navdewletî çalakî û xebatên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re rawestandin. Her wiha xebatên ku dikevin bin benda awarte û rewşên mirovî wek pêşkêşkirina hin madeyên xwarin û konan ku ji hêla bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ve pêk tê, berdewam in.

Li gorî nirxandina Buroya Rêxistinan û Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser, van rêxistinan karmendên xwe yên navdewletî vekişandin. Tenê karmendên herêmî man.

Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser bi rêxistinên ku karên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taloq kirine re piştî civîna ku di 6’ê vê mehê de li bajarê Dêrikê der barê ji nû ve xebatkirinê ya bi şandina her rêxistinek ji 2 heta 3 karmendan pêk hatiye, li hev kir.

Dê ev rêxistin karên xwe li bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Cizîrê û bajarê Reqayê pêk bînin. Dê bi awayekî demkî buroyên xwe li van her du bajaran vekin heta ku tevahî tîmên wan vedigerin.

Hejmara koçberên ji Serêkanî û Girê Spî gihîşt 300 hezarî

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser diyar kir ku hejmara koçberên ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî 300 hezar in. Ew jî piştî dagirkirinê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) tenê 78 hezar ji koçberan belge kirin. Ji ber ku belgekirina hejmara koçberên ku mane, zehmet e ku li gund û bajarên Hesekê, Reqa û Tebqayê belav bûne.

Di vê derbarê de hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser Abdulqadir Miwehed li gel ajansa me ANHA’yê got barê herî mezin ê koçberan li ser bajarê Hesekê ye. Ew jî bi sedema tunebûna rêxistinên mirovî li vî bajarî ji berê de ye. Ji ber ku karê piranî rêxistinan berê li bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû.

Miwehed der barê bar û astengiyên li bajarê Hesekê wiha bi bîr xist: "Ji pirsgirêkên herî mezin, derketina stasyona avê ya Elokê ji xizmetê bi sedema êrişên leşkerî yên dewleta Tirk e. zêdetirî 150 hezar koçber ji herêmên Dêrazorê jî li bajarê Hesekê hene. Ji lew re bajar nikare hejmara mezin a koçberan pêşwaz bike."

Li gorî serjimara Rêveberiya Xweser, hejmara koçberên ji bajarê Serêkaniyê berê xwe daye bajarê Hesekê, 110 hezar e.

Li Hesekê 72 dibistan ji koçberan re hatin veqetandin

Ji astengî û barên li hemberî bajarê Hesekê, girtina 72 dibistan in ku tê de koçber bi cih kirin. Her wiha jî berhemên xwarinê biha ne, av û nan jî kêm in. Beşeke mezin ji astengiyan Rêveberiya Xweser hildigere û hewl dide li gorî derfetên heyî pêdiviyên koçberan pêk bîne.

Rêveberiya Xweser kete rewşeke dijwar bi sedema bûyerên dawîn ku ji ber wê nêzî 300 hezar şênî ji herêmên ku dewleta Tirkiyê dagir kirine û girtina kampên Mebrûka û Eyn Îsayê, koçber bûne. Her wiha rêveberî xizmetên bingehên piştî tevahî rêxistinên ku nêzî ji sedî 30 heta 40 pêdiviyên koçberan pêşkêş dikirin, dabîn dike.

Hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî diyar kir ku ji girîngtirîn astengiyên ku rû bi rûyî Rêveberiya Xweser in, helwesta rejîmê û qedexekirina wekîlên NY’yê ya pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan an jî avakirina kampan re ye. Bi wê re jî bar li ser Rêveberiya Xweser giran bû. 

Miwehed spasiya rêxistin û komeleyên ku li herêmê dixebitin ku roleke mezin pêk tînin û alîkariya Rêveberiya Xweser a dabînkirina hin xizmetên koçberan bêyî piştevaniya navdewletî dikin, kir.

Abdulqadir Miwehed rêxistinên navdewletî jî bi taybet der barê helwestên wan ên piştgiriya gelên herêmê de piştî êrişên dewleta Tirk û belgekirina binpêkirinên wê tevî taloqkirina hin xebatên wan li herêmê jî spas kir.

Li aliyekî din jî endamekî Rêxistina Free Burma ya navdewletî bi encama hedefgirtina ji hêla dewleta Tirk a dagirker de hat kuştin. Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevahî buroyên rêxistinên ku berê li herêmêa Girê Spî dixebitîn, bi taybet alavên bijîşkiyê talan kirin û dizîn.

Nêzî 200 rêxistinên navdewletî û herêmî berê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitîn û karên xwe bi Buroya Rêxistinan û Kar û Barên Mirovî re koordîne dikirin.

(fr)