Parlamenterên Amerîkayê xwestin ku serdana Erdogan a ji bo Washingtonê  ibetal bibe

Perlamenterên Kongresa Amerîkay bang li serok Donald Trump kirin ku serdana serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ya ji Washingtonê re îbetal bike.

Parlamenterên Amerîkayê xwestin ku serdana Erdogan a ji bo Washingtonê  ibetal bibe
11 mijdar, 2019   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî parlamenteran serdana Erdogan a ji DYA`yê re di vê demê de ne guncew e.

Erdogan biryar dabû ku dê 13‘ê Mijdarê serdana DYA‘yê bike.

17 parlamenterên Kongresa Amerîkayê di nameya xwe de ji Trump re gotin: "Em dinivîsin ji bo ku fikarên xwe yên kur ji serdana serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erodan ji Washingtonê re rave bikin. Biryara Erdogan a êrişkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên wê yên xirab li ser ewlehiya netewî ya Amerîkayê ye, di heman demê de bû sedema parçebûneke mezin di NATO‘yê de û krîzeke mirovî li ser erdê.  Amerîkayê yên birayar Erdogna ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Hêzên Tirkiyê sivîl û endamên Hêzên Sûriye Demokratîk hevalbenda sereke ya DYA`yê di şerê li dijî DAIŞ`ê de qetil kirin. Her wiha bi sed hezaran sivîl ji malên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da koçberkirin.

Nêzîkatiyên Erdogan ên di Sûriyê de di çarçoveya bernameyeke ku cihê fikaran e tê. Serok Erdogan Tirkiyê ber bi nêzbûna bi Rûsyayê re(Vladimir Putin) bir. Pergala parastinê ya asmanî ya moşekî ya Rûsyayê S-400 ruxmî xeteriyên wê di ser pergala balafiran F-35 girt. "

Di dawiya nameyê de parlamenteran ji serokê Amerîkayê re xwestin ku serdana Erdogan îbetal bike.

(şx)