Malbatên şehîdan piştgirî dan Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Malbatên şehîdan ên Minbicê serdana nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin û piştgiriya xwe bi meclisê re anîn ziman.

Malbatên şehîdan piştgirî dan Meclisa Leşkerî ya Minbicê
11 mijdar, 2019   15:13
MINBIC

Bi dehan malbatên şehîdan ên Minbic û gundewarên wê bi armanca piştgiriyê serdana nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li xeta Sacûrê ya di nava meclisê û çeteyên Tirkiyê de kirin. Malbatên şehîdan her wiha serdana nuqteyên şervanên meclisê li li gundên Bakur bajêr kirin.

Malbatên şehîdan li her nuqteyekê ku serdane kirin, diyar kir ku ew li rex şervanan in û di wê baweriyê de ne ku dê herêmê ji êriş û gefan diparêzin. Her wiha şêranî pêkêşî wan kirin.

ANHA