Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê ciwanek girtin û ew êşkence kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê sedem ciwanek ji bajarê Serêkaniyê revand û bi rengekî hovane êşkence kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê ciwanek girtin û ew êşkence kirin
11 mijdar, 2019   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî dagirkinina bajarê Serêkaniyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra ciwanê bi navê Basil Yusif El-Ehmed ê ji Serêkaniyê girtin.

Çavkaniyên herêmî ji hudirê Serêkaniyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Basil girtin û birin cihekî ne diyar û bi rengekî hovane ew êşkence kirin. Heta niha jî agahî jê nayên girtin.

Di wêneyê ku hatiye belavkirin de asta hovîtiya êşkenceya ku li Basil Yusif El-Ehmed hatiye kirin, diyar dibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkirina bajarê Serêkaniyê binpêkirinên mezin derheqê şêniyan de pêk tînin. Bi gelek raporan, dizî, talankirina mal û milkên şêniyan, revandin û xwestina pereyan ji bo serbest berdanê, hatine belgekirin.

ANHA