Mijarên rojnameyên erebî – 11 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşên li Lûbnan, Iraqê û serdana Erdogan a tê payîn ji bo Amerîkayê, kirin.

Mijarên rojnameyên erebî – 11 Mijdarê
11 mijdar, 2019   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

 Okaz: “Abrams”li Sûriyê ye.. komên çekdar jî agirbestê binpê dikin

Rojnameya Okaz der barê geşedanên li Sûriyê nivîsî ``Komên çekdar ên girêdayî Anqerê agirbesta li bakur û rojhilatê Sûriyê binpê dikin, çekdaran êrîşî herêmên desthilatdariya artêşa Sûriyê kirin û di encama bombebaranê de li nêzî bajarokê Tiltemir`ê 5 kes hatin kuştin, ev cara pêşî bû ku windahiya wiha ya artêşa Sûriyê li ser sînorên Tirkiyê çê dibe.”

Rojnameyê her wiha nivîsî ``Komên çekdar ên girêdayî Anqerê êrîş birin ser gundên Um Alberamîl û Şirkak`ê û qada pevçûnên di navbera komên çekdar li aliyekî û artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk li aliyên din, ferh bû. Êrîşa komên çekdar serbazekî artêşa Sûriyê kuştibû, her wiha hin serbazên din jî li derdora Tiltemirê birîndar bûn.

Di vê navberê de, bo cara yekemîn, tangên Amerîkayê yên Abrams, li Sûriyê digerin û ber bi Tiltemirê û rêya navdewletî M4 ve çûn, li wê deverê di navbera komên çekdar û hêzên QSD`ê de şerên dijwar diqewimin.

Li aliyekî din James  Jeffrey, bi opozisyona Sûriyê re encamên civînên komîteya makzagonê yên li Cinêv`ê têne lidarxistin gotûbêj kirin, tu daxuyaniyeke fermî ji civînê derneket, lê çavkaniyên opozisyonê diyar kirin û Amerîka ji der brê encamên civîna bi opozisyonê re ne xweş bîn e, ji ber ku Waşington diyaloga ku Asad li ser desthilatdariyê bihêle naxwaze, lê Rûsiya di xwaze mayina Asad bi hêz bike, lewma ew dest dirêjî makzagonê dike û dixwaze hilbujartinên serokatî û perlemanê pêk bîne.”

Şeriq El-Ewset: her kes xwe ji “lihevhatina” belavkirina xwepêşandanên Iraq`ê dide alî

Der barê geşedanên li Iraq`ê rojnameyê nivîsî ``Rayedarên lolî û siyasî yên Iraq`ê duh xwe ji ``lihevhatina`` ber du rojan, dane alî, li gorî lihevhatinê tê hikûmeta Ebdilmehdî bimîne û dê ji bo belavkirina xwepêşandan, bi tundî be jî, bête erkdar kirin.

Mihemed Husam Alhuseyinî, ku ji rêveberên şepêla ``Alhikma`` ye ya bi serokatiya Emar Alhekîm, piştrast kir ku civîn pêk hatiye, lê wî nûçeya ku çapemeniya Fransayê weşandibû û tê de gotibû ku nûnerekî lolî yê Al-Ncef`ê û serokê ``Alaya Al-Qudus`` ya Îranê Qasim Silêmanî û nûnerên Şepêla Alsadir beşdarî civînê bûne, derewand. Her wiha diyar kir ku der barê belavkirina protestoyan de lihevhatin çênebûye. Her wiha nûnerê Şî`î Alî Sistanî bi daxuyaniyekê got ku nûnerên wan beşdar nebûne, dîsa Salih Mihmed Al-Iraqî yê nêzî Al-Sadir jî got ku nûnerên şepêla Al-Sadr beşdarî civînê nebûne.”

Serokatiya komarê, serokatiya hikûmet û perlemanê jî duh di civîneke li koşka Al-Selam û bi beşdariya serokê komarê Berhem Salih, gotin ku ew belavkirina protestoya bi awayên tund napejirînin.”

El-Imarat El-Yaum: xwepêşdandêrên Libnanê ji doza hilbijartinên pêşwext û hikûmeteke derveyî Sistema heyî nayên xwar

Der barê geşedanên Libnanê rojnameyê nivîsî ``Xwpêşandêrên Libnanê duh jî çalakiyên xwe dewam kirin, xwepêşandêran dîse xwestin ku hikûmeteke biçûk bête avakirin ji derveyî Sistema heyî her wiha hilbijartinên pêşwext bêne çêkirin û siyasetên aborî bêne sererastkirin.

Tevgera gelêrî li bajarê Sûr`ê meşeke girseyî lidar xistin, ji qada Alelem destpê kir ta Banka Libnanê, hêzên ewlehiyê û artêş jî li der dora qadê belav bûn, xsepêşandêran alên Libnanê hildan û dengê sirûdên şoreşgerî yê netewî bilind kirin, her wiha siloganên li dijî desthilatdariyê bilind kirin.”

Rojnameya Ekaz: Xwepêşandanên mezin li benda serdana Erdogan ji Washingotinê re ne

Der barê serdana Erdogan ji DYA`yê re rojnameya Ekaz wiha nivîsand:"Peymangeha Washingotê ya siyasetên Rojhilata Navîn pêşbîn dike ku serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji Washingtonê re ku bi armanca dosya êrişên artêşa Tirk li ser Bakurê Sûriyê ye, dê bobelateke diplomatik wekî 2017`an biqewîne, li ser vî esasî derfetên serketina serdanê ji ber gutobêjin der barê dosyan de kêm in.”

(kn)