Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê  Mihemed Hisên El-Casim (Mihemem Minbic) spartin axê û ji bo şehîd Berq Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbicê) merasîmê xiyabî pêk hat.

Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo du şehîdan merasîmek hate lidarxistin
9 mijdar, 2019   15:20
MINBIC

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Husên (Mihemed Minbic) û Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbic), 7`ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed Husên (Mihemed Minbic) ji pêşiya nexweşxaneya Firat wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajarê Minbicê ve ketin rê. Girseya gel alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û wêneyên şehîdan hilgirtibûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û turoneke leşkerî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Ebdulrehman El-Benawî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevseroka meclîsê Henadî Mihemed û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gondewarên wê endamê dîwana Meclîsa Zagonsaz Cumaa axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

di axaftina de hat destnîşankirin ku``şehîdan bi xwîna xwe yê pîroz axa welêt avdane û xak û rûmeta xwe parastine.``

Axaftvanan got "şehîdan ji bo pêkanîna jiyana hevbeş û bi rûmet a şêniyan fedakarî dane, darê azadiyê avdane û rêya me ronahî kirine.``

Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeya herdu şehîdan xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di nava tilîliyên dayikan û dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê Şehîd Mihemed Husên El-Cesim hate veşartin.

(rr)

ANHA