‘Raporên bikaranîna Tirkiyê ji çekên Amerîkayê ku pêşkêş wê kirine, bawer in’

Tora (CNN) ragihand ku rayedarên Amerîkayê diyar kir ku raporên têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk ji hevpeymanên çavdêriya bikaranîna çekan"Pê bawer in".

‘Raporên bikaranîna Tirkiyê ji çekên Amerîkayê ku pêşkêş wê kirine, bawer in’
7 mijdar, 2019   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê binpêkirina dewleta Tirk ji hevpeymana bi Washingotinê re û heke Enqere çek û alav pêşkêşî çeteyên li Sûriyê kirine û bi kar tînin, DYA`yê lêpirsîn vekiriye.

Li gor Tora CNN a Amerîkayê, rayedarên rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku muhteml e van komên çete li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer kiribin. Di gel ku raporan isbata êrişên berfireh ên dewlata Tirk li dijî Sûriyê nirxandine, di encamê de xeteriyê li ser hevpeymanên bi Enqerayê re çêdikin.

Berdevkê Pentagonê, Lieutenant Colonel Carla Gleason ji CNN re ragihand ku, li gorî hevpeymana çavdêriya dawîn, DYA’yê her tim lêpirsînê der barê îdîayên durist ên girêdayî Tirkiyê de pêk tîne.

Her wiha rayedarekî Parsatina Amerîkayê ji CNN re wiha ragihand: "Hikumet niha texmîn dike ku, îdîayên der barê binpêkirina dewleta Tirk ji hevpeymana çavdêriya dawîn a têkildarî bikaranîna çekan re"Pê bawer in". Ji ber vê yekê Pentagon li danezanan vegeriya.”

Rayedarên Amerîkayê da zanîn ku Enqere alav û çekên amerîkî dane çeteyên xwe yên li Sûriyê, di nav de panzer jî hene û wê hişt ku çete cografiyeke mezin ji xaka Sûriyê dagir bike û rêyên sereke yên stratejîk ku ji Rojhilat heta Rojava ne, serwer bike. Ew jî heman herêm e ku rayedar dibêjin, çeteyan sûcên şer lê pêk anîne.

Bernameyê"Golden Sentry"ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li gorî bernameyê firoşgehên leşkerî yên li derve(Foreign Military Sales) çavdêriya dawîn a bikaranîna teqemeniyên parastinê dike.

Wezareta Karên Derve bi rêya bernameyê(Blue Lantern)çavdêriya dawîn a birkarîna made û xizmgetguzariyên parastinê yên bazirganî ku derçûyî ne, dike.

Li milekî din rayedarê Karûbarên Siyasî-Leşkerî Clark Cooper got, ew çavdêriya tevahiya raporan dikin û piştrast kir ku metirsî hene.

 (eh)