ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07. 11. 2019
7 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîdaên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet 10:00‘an. Li navçeya Til Hemîsê Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmê ragihandina nasnameya 17 şehîdên Berxwedana Rûmetê lidar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya li ber avahiya NY‘yê meşekê tê lidarxistin, meş ji ber çerxerêya Şehîd Rûbar a taxa Xerbî  ber bi avahiya NY‘yê ve destpê dike, saet 11:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdilhadî Mihemed deteyên sê rojên ji komkujiyên hovane yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê vedibêje. Mihemed di bin topbarana dijwar de bi mirinê re rû bi rû maye û qebûl nekir jê derkeve. Di vegotina serpêhateya xwe de gelek rastiyên binpêkirinên dagirkeran ku cîhan çavê xwe li ber digire eşkere dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demekê de ku rêxistinên navdewletî erêka xwe paşguh kirine, Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe yên kêm alîkariya tenduristiyê pêşkêşî koçberên li dibistanên Hesekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Herêma rojavayî navçeya Dirbêsiyê bûye armanca topbaran û bombebarana balafirên  artêşa Tirk a dagirker. Şahidên ji gundên rojavayê navçeyê wan kêliyan û êşên topbarankirina malên wan vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di çepêrên şer di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund didin êrîşan. Şervanên Ermen û Suryan diyar dikin ku çawa DAIŞ têk birin wê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê jî têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanên QSD‘ê yê ji bajarê Reqayê diyar kirin ku rê nedin ku serdema tarî li bajarê wan venegere ku dagirkeriya Tirk hewl dide vê yekê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê ji destpêka êrişên dawî yên dagirkeriya dewleta Tirk ve heta niha 3 hezar nexweş û birîndar pêşwazî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêxistina herî xeternak a li ser rûyê cîhanê "DAIŞ"‘ di sala 2000‘an de derket û di 2014‘an de belavî Rojhilata Navîn bû. Diyar e çavkaniyên ku DAIŞ mezin kirine dê hîna gelek nîqaş li ser were kirin. (BI WÊNE).

ANHA